Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Rejîma Îranê êrîşî girtiyan kir: Herî kêm 35 girtî hatin kuştin

Navenda Nûçeyan |

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji ber pandemiya Covîd-19’ê gelek girtiyan ji bo daxwazên rewa çalakiyên prostestoyê li dar xistin û herî kêm 35 girtî hatine kuştin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi daxuyaniyekê ragihand ku herî kêm li 8 girtîgehên Îranê, girtiyan ji ber vîrûsa koronayê çalakiyên protestoyî li dar xistin.

Rêxistina Efûyê diyar kir ku gardiyan û hêzên ewlekariyê bi fîşek û bombeyên gazê êrîşî girtiyan kirine û di encamê de herî kêm 35 girtî hatine kuştin û 100 jî birîndar bûne. Li gorî rêxistina efûyê, medyaya mûxalif û gelek rêxistinên mafên mirovan vîrûsa koronayê ketiye nav girtîgehên Îranê jî. Sazî diyar dikin ku gelek girtî li hemberî şertên girtîgehê û rîska belavbûna nexweşiyê ketine grevê.

Di 29’ê adarê de berdevkê Wezareta Edaletê ya Îranê Gulamhuseyî Îsmaîllî diyar kiribû ku ji 19’ê adarê heta 3’yê nîsanê 100 hezar girtiyan sûd ji destûra derketina derve wergirtine. Ji bo girtiyan ev destûr heta 19’ê nîsanê hatiye dirêjkirin.

Li Îranê li gorî hejmarên fermî, 4 hezar kes ji ber vîrûsa koronayê mirine. Lê li gorî çavkaniyên muxalif li 242 bajaran, 22 hezar kes mirine.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar