Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Bavê ku 4 zarokên wî girtî xwest ku girtîgeh bên valakirin

Li meclisa dewleta tirk hevdîtinên der barê pêşnûmaya qanûnê înfazê de didomin. Di pêşnûmaya heyî de ji bo girtiyên siyasî sererastkirineke erênî nîne. Ev yek jî rastî bertekên malbatên girtiyên siyasî û derdorên demokratîk tê. Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Abdulkadîr Çalhan (50) ku 4 zarokên wî di girtîgehê de ne ji MA’yê re axivî.

Ji zarokên Çalhan, Bunyamîn Çalhan (26) ev 5 sal in di girtîgehê de ye û 12 sal ceza lê hatiye birîn. Niha jî di Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Xarpêtê dimîne. Mahsûn Çalhan (30) ev 4 sal in girtî ye, 18 sal ceza lê hatiye birîn û niha di Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê dimîne. Sînan Çalhan (24) ev 5 sal in girtî ye, 21 sal ceza lê hatiye birîn û li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Kandirayê dimîne. Zarokê Çalhan, Levent Çalhan jî ev saleke di girtîgehê de ye û niha li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê dimîne.

‘Nikarim biçim serdana zarokên xwe’

Bav Çalhan diyar kir ku dê bi qanûna tê amadekirin re kesên diz, kujer û tecawizkar bên berdan û wiha domand: “Mixabin dê bi hezaran girtiyên siyasî yên ji ber fikrên xwe girtî ne neyên berdan. Gelo ma ev mirovatî ye. Niha 4 zarokên min di girtîgehê de ne. Her yek ji wan li bajarekê cuda ye û nikarim biçim serdana wan. Tenê bi telefonê bi wan re diaxivim. Em dixwazin ku bi vê qanûnê re bên berdan.”

Bang li wezareta dadê kir

Herî dawî jî bav Çalhan ev tişt anî ziman: “Niha li Stenbolê dê 2 nexweşxaneyên nû çêbikin. Dê qattrîlyonan pereyan xerc bikin. Li şûna vê bila hemû girtiyan berdin û girtîgehan veguherînin nexweşxaneyan. Pereyî jî bila li gel belav bikin. Ez bang li wezareta dadê dikim ku di qanûna înfazê de cihêkariyê nekin û hemû girtiyan berdin.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar