PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Şerê ‘bekayê’ wijdan û exlak nas nake

Mehmet Şahîn |

Cîhan hemû di şerê li dijî vîrûsa koronayê de ye, Erdogan di şerê parastina bekaya desthilatdariya xwe de ye.

Ji sersala 2020’an vir ve yekane rojeva cîhanê bobelata koronayê ye. Yekane xema cîhanê şerê li dijî vîrûsa koronayê ye. Lê ev ji bo hikûmeta AKP’ê û ‘reîsê’ wê ne derbasdar e. Ew di dijminahiya xwe ya li dijî kurd de pîvan nas nakin. Yekane rojeva wan dijminahiya civaka kurd e, yekane xema wan di her şert û mercî de bênefeshiştina civaka kurd e. Cîhan hemû serûbino bibe jî ev rojeva wan a sedan salan tu caran naguhere.

Di pêvajoya ku hemû desthilatdariyên cîhanê li ser bergiriyên koronayê dixebitin û di tatêla parastina tenduristiya civakên xwe de ne desthilatdariya ‘rêîs’ di 23’yê adarê de 8 şaredariyên kurdan xesp kirin. Ji bo ku kes xespkirina wan nebihîze ajansa dewletê jî di nav de çapemeniya hewzê di roja ewil de der barê xespkirina şaredariyan de yek nûçe çênekir.

Di vê pêvajoya dijwar de desthilatdariya ‘reîs’ tenê ne li Bakur, li çar hêlên Kurdisatanê, li Idlib û li Lîbyayê şerê xwe yê bêpîvan, bêxlaq û bêadalet bênavber berdewam dike. Ji qutkirina ava vexwarinê bigirin, revandin û qetilkirina sivîlan, guhertina demografyaya Rojava, topbarankirina gundan,  bombebarana balafiran, talan û wêrankerî bênavber berdewam dike.

Dijminahiya hikûmeta ‘reîs’ a dijî kurd li ser siyasetmedarên kurd ên ku di girtîgehan de ne jî bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Piraniya dewletan ji ber bobelata koronayê beyê cudakarî bikin nav girtiyan piraniya girtiyên zindanan berdan û berdidin. Hikûmeta ‘rêîs’ weke her carî dîsa keysperestiya xwe nîşan da û vaya jî ji bo xwe weke ‘lutfa xweda’ dît û daxwaza şirîkê xwe Bahçelî û cemaetên derûdorên xwe yên ku di dibistanên wan de destdirêjiya zarokan çêbûbû tîne cih. Hebûna vîrûsa koronayê ji xwe re weke firsend bikar tîne û tenê ji bo alîgirên xwe efû derdixe. Hemû çeteyên diz, xespkar, tiryakfiroş, qatil, tacîz û tecawizkarên alîgirên xwe berdide lê siyasetmedarên kurd ên ku bêsûc û bêguneh xistine zindanê û muxalîfên ku ji ber yek peyameke medya civakî hatine girtin bi mirinê re rûbirû dihêle.

Li gorî hiqûqa hişmendiya ‘reîs’ muxalîfên ku li ber wî çong daneynin û teslîmî wî nebin hemû ‘terorîst’ in û mirinê heq dikin. Lê heke him kurd û him jî muxalîf be du caran terorîst e û du caran mirinê heq dike. Ji xwe di nîqaşên meclisê yên di 10’ê nîsanê de dema ku di şexsê Îdrîs Balûken de rewşa sisyasetmedarên kurd hat rojevê, wekîlên AKP’ê di bêexlaqiya xwe de sînor û pîvan nasnekirin û bi dengeke bilind û bi awayeke zelal gotin bila ew ‘bimrin.’ Wisa xuya dike ku hikûmeta ‘reîs’ bi berdana diz û çeqelên alîgirên xwe ji bo girtina kurdên muxalîf cih amade dike.

Wekî ku tê zanîn piştî ku li Idlibê Erdogan û çeteyên xwe derbên giran xwarin û ketin tengasiyê Erdogan bi revarev berê xwe dabû Moskovê. Di 5’ê adara 2020’an de û piştî civîna 5 saet û 40 deqîqeyan di navbera dewleta tirk û Rûsayayê de peymaneke tenê ji 3 xalan pêk dihat hatibû destnîşankirin. Ji wan 3 xalên peymanê yek û ya herî girîng ‘rawestina hemû aktîvîteyên leşkerî’ bû. Lê hikûmeta ‘reîs’ wekî peymanên din ev peyman jî bin pê kir û pêvajoya agirbestê ji bo qehîmkirina dagirkeriya xwe wekî derfet bikar anî û tîne.

Li gorî rapora Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji roja destnîşankirina peymanê vir ve dewleta tirk ji 5 hezarî zêdetir wesayîtên zirxî, çek û cebilxaneya giran sewqî Idlibê kiriye. Hejmara baregehên xwe yên leşkerî ji 12’yan derxistiye 57’an. Hejmara leşkerên xwe yên li wê derê ne derxistiye nêzî 30 hezarî. Li gorî agahiyên herêmî ev hejmar gelek zêdetir e. Li gorî rapora SOHR’ê diyare ku dewleta tirk amadekariya şerekî mezin dike.

Ji ber bobelata koronayê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (YE) Antonîo Guterres bangewaziya agirbestê ya mirovî kir lê ‘reîsê’ AKP’ê bi qasî serê derziyê helwesteke mirovî nîşan neda û şerê xwe yê li Rojava, li Idlib û Lîbyayê sist nekir. Bi helwesteke berevajî vê pêvajoya ku hemû cîhan ketiye tatêla çareseriya vîrûsa koronayê ji xwe re wekî fersend dibîne û şerê xwe yê ji aqil dûr, bêwijdan û bêedalet de israr dike. Heke aqil û wijdan hebûna pêdivî bi bangewaziya sekreterê NY’ê jî tune bû.

Hemû cîhan dizane ku endamên MÎT’ê û fermandarên artêşa tirk li Sûriye û Libyayê ji çeteyan re fermandariyê dikin. Şerê ku bi hevalbendiya çeteyan li Sûriye û Lîbyayê tê dayîn ne şerên ji bo berjewendiya civakên Tirkiyeyê ne, ne şerên parastina berjewendiyên dewletê ne. Ev şer di bin navê ‘ewlehiya neteweyî û bekaya dewletê’ de şerên ewlehiya desthilatdarî û bekaya ‘reîs’ in. Lewre, li gel ku li Idlib û Lîbyayê dewleta tirk ber bi kûrahiya çiravê ve diçe jî dîsa ji bo bekaya desthilatdariya xwe û ji bo karibe siyaseta xwe ya bi gef û bi şantajan a li dijî dewletên din berdewam bike ‘reîsê’ AKP’ê dest ji parêzvaniya çeteyan bernade û dawî li dagirkeriya xwe nayne.

Di bin navê operasyonên xwe yên dagirkeriyê yên bi navê ‘mertalê aştiyê’, ‘korîdora aştiyê’, ‘çiqilê zeytûnê’, ‘mertalê Feratê’ de talan, wêran û komkujiyên xwe bênavber berdewam dikin. Mixabin di ferhenga ‘reîs’ de navê şerê talan, wêran û dagirkeriyê bûye ‘aştî.’ Ji ber şerên bekaya ‘rêîs’ aborî têk çûye, qeyrana aboriyê roj bi roj kûrtir dibe. Dema ku civak qala qeyrana aboriyê û qala xizaniya xwe bike Reîs hêrs dibe û dibêje ‘hûn dizanin fişekek çen lîra ye’. Civak di nava xizaniyê de difetise lê kes nizane lêçûnên van şerên bekaya ‘rêîs’ çiqas e, çawa û ji kîjan çavkaniyan tê fînansekirin. Di desthilatdariya yek kesî de hedê tu kesî nîne ku ji ‘rêîs’ bipirse. Kî bipirse ew dibe xayin, dibe sîxur, dibe maşika hêzen derve û hwd.

Her çiqas kes newêribe bipirse jî tirsa ‘reîs’ a der barê fêmkirina heqîqetê ya ji hêla gel ve roj bi roj mezin dibe. Tirsa ‘reîs’ a herî mezin ew e ku civakên Tirkiyeyê rojekê heqîqeta wan şerên bê wijdan û bê edalet ên ji bo bekaya desthilatdariyê tên dayin fêm bike. Ji ber wê tirsê ye ku 6 rojnamegerên agahiya mirina endamê MÎT’ê yê li Lîbyayê dan hatin girtin û di zindanê de ne.

Lê vîrûsa koronayê got ‘qral tazî ye’ û têkçûyîna aboriyê bi ‘rêîs’ da qebûlkirin û da vegotin. Hemû desthilatdariyên dewletan alîkariya civakên xwe kirin lê ‘rêîs’ ji bo sererastkirina aboriya xwe alîkarî ji civakê xwest. Ev lixwemikurhatina têkçûyina aboriyê bû. Lê diyar e ku êdî baweriya civakê pê nemaye û kes pere nade. Tenê bankayên dewletê û saziyên girêdayî wî û çend karsazên derdorên wî pere didin kampanyaya wî.

Hêvîdar im rojên lixwemikûrhatina têkçûyina siyasî jî ne dûr bin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar