Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

‘Bêexlaqiyeke di vê astê de, di hiqûqa dijminatiyê de jî nîne’

Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Xizmên Xwe Di Dergûşa Şaristaniyê de Windakirin (MEBYA-DER) der barê cenazeyê gerîlayê HPG’ê Agît Îpek ku bi kargoyê ji malbata wî re hatibû şandin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de MEBYA-DER’ê ji ewil ev rewş weke dijminatiya li dijî kurdan a asta herî jor pênse kir û wiha domand: “Divê her kesê ji xwe re dibêje mirov, vê rewşê ji xwe bipirse. Her kesê ji xwe re dibêje mirov, dizane ku exlaq û hiqûqeke şer heye. Vê erdnîgariyê şahidê gelek şeran kir lê tu caran bêrêziyeke di vê astê de li cenazeyan nehatiye kirin.”

Bi domdarî jî MEBYA-DER’ê ev tişt gotin: “Her kesê ji xwe re dibêje mirov bila vê pirsê ji xwe bike; ‘Gelo cenazeyê zarokê min bi kargoyê ji min re bihata şandin dê min çi bikira?’ Bêexlaqiyeke bi vî awayî di hiqûqa dijminatiyê de jî nîne. Bêrêziya li dijî cenazeyan di ti ol û baweriyan de nîne. Bêrêzî û hiqûqa dijminatiyê têra pênasekirina vegotina vê rewşê nakin. Yên ku ev alçaxî kirin bila ji ewil bifikirin bê ka cenazeyên zarokên wan bi kargoyê ji wan re bihatina şandin dê çi bikin. Em vê nêzîkatiya li dijî mirovahiyê şermezar dikin. Li dijî vê hişmendiya gemar û nexweş a li dijî gelê kurd, em mirovahiyê vedixwînin têkoşîne.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar