Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

‘Divê bi lezgînî agahî ji Rêber Apo bê girtin’

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji ber vîrûsa koronayê (Covîd-19) daxuyaniyeke nivîskîbi raya giştî re parve kir.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Vîrûsa koronayê ku li hemû cîhanê berbelav bûye, li Kurdistan û Tirkiyeyê jî di demeke kurt de berbelav bû.  Hatiye çespandin ku ev vîrûs li deverên sar û hêwî û li bajarên mezin bêhtir berbelav dibe. Her wiha deverên ku mirov bi hev re lê dijîn, bi hev re lê dixebitin û çalakîtî tê kirin vîrûs bileztir berbelav dibe. Ji ber vê tê gotin ku li girtîgehan rîska berbelavbûna vîrûsê zêdetir e. Jixwe ji ber vê sedemê saziyên mafê mirovan ku li cîhanê kar dikin, bang dikin ku di serî de girtiyên siyasî, hemû girtî werin berdan. Ji ber vîrûsê tê xwestin ku girtiyên li Kurdistanê û Tirkiyeyê û yên cezaxwarî werin berdan.

Dema vîrûsa koronayê li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê serdanên malbatan hatiye qedexekirin, axaftinên bi telefonan jî hefteyê bûne du car. Lê rêberê gelê kurd li Îmraliyê ne dikare malbat û parêzerên xwe bibîne û li gel ku hatiye xwestin jî ne dikare bi malbat û parêzerên xwe re bi telefonê biaxive. Niha der barê tenduristî û ewlehiya rêberê gelê kurd de ti agahî nayê standin. Dema vîrûsa koronayê mafê herî sirûştî ye ku malbat, parêzer derheqê tenduristî û ewlehiyê agahiyê bistînin. Ji vî alî ve pir girîng e ku der barê tenduristiya rêberê gelê kurd de agahî were standin. Gelê me dixwaze derheqê tenduristî û ewlehiya rêberê gelê kurd de agahiyê bistîne.

Bi qanûna înfazê ya ku desthilata AKP-MHP dixwaze derxîne tê armanckirin ku girtiyên siyasî ku piranî jê kurd in, bimirin. Bi kirinên li Îmraliyê hatiye çespandin ku ev desthilat dijminatiya herî mezin li ser rêberê gelê kurd dike, li rêberê gelê kurd ku bi kurdan re helwest azadî çêkiriye. Jixwe nêzîkatiya li rêberê gel nêzîkatiya li gel e.  Gelê me ji ber ku pir baş bi vê dizane li rêbertiya xwe xwedî derdikeve, ji bo tenduristî, ewlehiyê û ji bo ku bi şertên xebata azad bijî û ji bo azadiyê têdikoşe.

Di serî de ciwan û jin, gelê me û hêzên demokrasiyê di vê demê de ku Covîd-19 berbelav dibe, li ser tenduristî û ewlehiya Rêber Apo divê zêdetir hesas bin, têkoşîna li ser vê mijarê li her qadê bi rê û rêbazên afirandî bidomînin. Têkoşîna ji bo tenduristî û ewlehiya Rêber Apo di serî de ya gelê kurd, her wiha têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Bi Covîd-19’ê re careke din xuya bûye ku Rêber Apo rêberê azadî û demokrasiyê ya hemû mirovahiyê ye.

Rêber Apo rastiya kapîtalîzmê û şêwazê hilberîna wê û dîsa rêbazên wê diyar kiribû ku dê li serê hemû mirovahiyê bibe bela. Ji van karesatên ku modernîteya kapîtalîst derxistî rizgar bûn jî, di ser rêya li ser bingehê civaka demokratîk ekolojîk a azad bi Modernîteya Demokratîk e, ev jî li ser bingehê teorîk û îdeolojî pêşkêşî mirovahiyê kiribû. Erkê hemû mirovahiyê ye xwedî li Rêbertî derkeve, ku bi mînakan nîşan da bê ka dê çawa mirovahî ji karesatên wiha rizgar bibe û bi awayekî azad û demokratîk bijî.

Di roja me ya îro de ku hemû mirovahî di nava şokê de ye, ji her demê bêhtir pêwîstiya civakê bi proje û pêşniyarên Rêber Apo yên li ser pirsgirêkên rûdidin hene. Di vî warî de tenduristî, ewlehî û mercên azad ên xebatê yên Rêber Apo di serî de ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn ji bo ji hemû mirovahiyê re xizmetê bike, erka gelê me û hemû mirovahiyê ye têkoşînê bike.

Divê gelê kurd li gel hêzên demokratîk ên Tirkiye û Rojhilata Navîn dîsa raya giştî ya cîhanê di mijara tenduristî û ewlehiya Rêber Apo de tim di nava têkoşînê de be, bi lezgîn divê agahiyek ji Rêber Apo bê girtin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar