Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan aqûbeta Yedîgol û Çîçek pirsîn

Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan a Amedê di vê hefteyê de jî ji bo dîtina xizmên xwe yên ji hêla dewletê ve hatine kuştin û windakirin û ji bo darizandina kujerên wan, çalakiya xwe li dar xist.

Ji ber vîrûsa koronayê (Covîd-19), Dayikên Şemiyê di hefteya 785’emîn de li ser hesaba xwe ya medyaya civakî çalaki kirin. Dayikan vê hefteyê li aqûbeta Nûrettîn Yedîgol ê di 10’ê nîsana 1981’an de hatiye binçavkirin û êdî agahî jê nehatiye girtin, pirsîn.

Birayê Yedîgol, Muzaffer Yedîgol di daxuyaniyê de axivî û destnîşan kir ku wan bi salan li aqûbeta birayê xwe pirsiye û tevî vê yekê jî edalet pêk nehatiye. Yedîgol got ku dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Banga min ji bo rayedarên dewletê ew e ku em gorekê dixwazin. Kekê min li ku veşartî ye? Tenê daxwaza me ev e. Me birayê xwe ji bîr nekir û hêj di dilê me de ye.”

Serpêhatiya Nûrettîn Yedîgol vegot

Nûnerê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê yê Stenbolê Umît Efe jî got ku Yedîgol bi îşkenceyê hatiye windakirin û xwest aqûbeta Yedîgol bê zelalkirin. Pişt re jî daxuyaniya hefteyê xwişka Hayrettîn Eren ê winddayî Îkbal Eren xwend û serpêhatiya Yedîgol vegot. Eren wiha dom kir: “Nûrettîn Yedîgol di Darbeya 12’ê Îlonê de hat windakirin. Heta niha tu encam ji dosyeya Yedîgol derneketiye. Windakirina di binçavan de sûcê li dijî mirovahiyê ye. Dewlet ji vî sûcî berpirsiyar e. Em dixwazin Yedîgol û hemû winda bên dîtin û ji kujerên wan hesab bê pirsîn.”

Daxuyaniya Xizmên Windayan

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê jî di hefteya 583’yemîn de bi dirûşma ‘Bila faîl bên dîtin, bersûc bên darizandin’ vîdeoyek parve kir. Xizmên Windayan aqûbeta Abdussamet Çîçek pirsîn. Daxuyanî aliyê endama Komîsyona Jinan a ÎHD’ê Ezgî Sila Demîr ve hate dayîn.

Demîr wiha got: “Abdussamet Çîçek di 15’ê nîsana 1992’yan de beşdarî cenazeyê Hanefî Kutlu ku bûbû qurbanê cînayetên kiryarnediyar, bû. Li goristanê kesek nêzî wî bû û jê heste xwest. Di wê kêliyê de keseke din jidûrve Çîçek nîşan da. Çîçek dema ku piştî definkirina cenaze ber bi malê ve diçe, li dikana taxê deynê xwe dide. Piştre di rêde rastî hevalê xwe Şehxmûs tê û bi hevre dimeşin. Di wê kêliyê de 3 kes Şêxmûs dehf didin û gule berdidin Çîçek. Çîçek li wir hate kuştin. Welatiyên derdorê li pey faîlan dikevin û wan digirin. Lê polîsan ew kujer ji destê gel girtin û birin qereqolê. Piştî sê rojan jî ew kujer ji ber tunebûna delîlan tên berdan.”

Kurê Çîçek jî hat kêrkirin

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Piştî kuştina Çîçek, gef û zextên li ser malbatê didomin. Dema ku kurê Çîçek ji dibistanê vedigere malê rastî êrîşa bi kêr a kesên nasnameyên wan nediyar tê û birîndar dibe. Wî radikin nexweşxaneyê. Êrîşkarên ku hîn dibin kurê Çîçek ne miriye, vê carê hewl didin wî li nexweşxanê bikujin. Bijîşkê zarokan wî di beşa welidandina jinan de vedişêre û wisan xilas dibe. Midûriyeta Polîsan ku Çîçek weke endamê rêxistinê derbasî qeydan dike. Ligel hemû hewldanan jî bi tu awayî faîlên Çîçek nehatin dîtin. Em dixwazin êdî faîl bên dîtin û bên darizandin.” STENBOL/AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar