Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Şewba Covîd-19 vegerînin yekitiyê!

Jiyan bi qasî efsûnîbûna xwe ewqasî jî nepenî ye. Ne diyar e bê ka kêliya li pêşiya mirov wê çi bibe. Ji bo wê ev siriyet dihêle ku di aliyekê de mirov xwe li gorî wê rêkbixe û dîsa ji bo bikare kêliya din bibîne tim di nava çalakiyan de ne.

Ji bo vê qada teknîk û teknolojî, dîsa qada zanist û ilim tim ji bo xwezayê bizane di nava bizav û tevgerekê de ye. Em dibînin di vê serûvena cîhanî ya temenê wê digihêje 7 milyar sal, hema bêje her car bi karest û bûyerên diqewimin, mirovên ewqasî zana li ber heybetiya wê disekinin û ditevizin.

Îro jî yek ji karesatên civakî û bê cudahî belav dibe, şewba vîrûsa Korona nû (Covîd-19) belavî cîhanê bûye. Her çendî encamên wê pir bi rûxîner û giran be jî, ev yek gelek tiştên ku di warê civak û mirovahiyê de zelal kir bi xwe re anî. A yekem hebûna dewlet û kapitalîzmê kir ku civak tim bi karesatên wiha re rû bi rû bimînin û ji bo ev yekê xwe bidin jiyîn, mîna ceribîna ‘Meymûna ku ji bo bijî çêlika xwe li bin lingê xwe danî’ rûmeta civak û mirovahî li bin lingan xistin.

Diviya bû ev şewb yekîtî û yekrêziya nava civakan xurt bikira, lê dewle serê dewlet û sîstemên global ên cîhanê, kir ku maske û rûyên li pişt maskeyan kifş bibe. Yekîtiya Ewropa ya qaşo her gavê bi kiryarên xwe çavê dinê li ser xwe zoq dikir, kete pişt bend û maskeyan. Hemû welatên Ewropa yên bi serê hev sond dixwarin hê hefteyên yekem ên şewbê rabûn derî li ser hev girtin. Her welat bi terka qedera xwe û hêza xwe ma. Li şûna piştevaniya mirovî û exlaqî, girtina derî û nehevkarîkirinê kir ku îro di serî de Îtalya, Spanya, Fransa, Elmaya û gelek welatên din ketin vî halê qeyranên mirovî û jiyanî.

Halbûkî ev şewba Covîd-19 ne nîjat, nifş, ol û qewmekê da ber xwe. Bê ferq û cudahî her cihê çû destpêk xwe li nefes girt û li bedenê xwe pêça. Girt û kuşt. Dîsa yek ji trajediya din ku kir, ew e ji civakê beşeke ixtiyar ku weke dîrok û hafizeya civakê ye kir hedef û encamên giran ji vê bi xwe re anî. Ev jî dihêle ku gumanên yek ji lîstikên sîstema hegemon a gilobal be derkeve pêş. Hafizeya civakê tine bike û nifşê nû bike hewcedarê xwe û koleyê modern ê sîstemê. Bike kerî û li pey şivanekê ango kapitalîzmê biçêrîne.

Di rewşên wiha de yên herî zêde bikarin xwedî li xwe derkevin û di serî de wek hebûn civaka xwe biparêzin ferd û civak bi xwe ye. Ji bo wê em hinek vegerin Kurdistanê û bi hinek nimûneyan vê rave bikin.

Kurdistan ji ber êrîşên dagirkeriyê yên salên dûr û dirêj û meşa berxwedanê tim bûye qadeke ya milmilanê ya cengê. Tim aliyek şer û tim jî aliyek serhildan e. Dîsa bûye qada cenga zilhêzên cîhan. Ji bo wê ye tim bi piştevanî û xwenûkirina civakê kariye li ber her dêwan serî hilde û bikare meşa xwe ya azadiyê bidomîne. Li gel vê cengê jî, karesatên xwezayî; mîna erdhej, lêhî û koçberî kiriye ku êş û azarên civakê mezintir bibe. Li gel vê heta van kêliyan jî, dewletê di mijarê wiha de bi insanî û wijdan tevnegeriyaye. Çi hatibe kirin gel bi nava xwe û partî, saziyên Kurd û hêzên demokratîk kirine. Dewlet a ku dibêje ji bo civakê ye, bûye gurê civakê û her kêlî nefesê li insan difetisîne.

Rayedarên Tirk ên ku bang dikin ‘Ji mal dernekevin’ li aliyê din bi sed hezaran karker ji bo aşê wan bigere, didin xebitandin. Gelo ma ruhê karkeran tine. Ruhê civakê ji bo desthilatê ne girîng e. Her wiha bi sed hezaran malbat û kes hene rojane debara xwe dikin. Rojekê kar nekin wê birçî bimînin. Gelo di rewşê wiha de dewlet destê xwe daye berîka xwe. Na.. Tim çavê wî li du qûrîşên berîka feqîr û civakê ye. Dewleta ku qaşo xwe binav dike û bi alîkariya ku dibêje me gihand kîjan aliyê cîhanê, lê nava wî bi xwe ji birça întixar dikin. Bi dehan karker vê pêvajoyê de xwe întixar kirin. Gelo sedemê vê çiye?

Ji xwe Bakurê Kurdistanê rayedarên Tirk ji çav derxistiye; eger mirov bêje ne li xemê ye wê gotinek di cih de be. Ji roja yekem a şewbê ve bajarên li ser sînor ên weke Wan û Colemêrg di xeteriya belavbûna vîrûsê de bûn. Hê wan rojan tedbîrên li pêşîgirtina şewbê nehatin girtin û dewlet xemsar nêzîk bû. Halê hazir niha jî tiştekî nake, ew ji xwe mijarekî cuda ye. Em li vir dibînin, dewlet çiqasî bê wijdan û rehm e. Ji xwe ti demê rehmeke wê tine bû. Lê hinek mijarên wiha hene ku karesatên insanî ne, bi kêmanî divê mirov bi wijdan tev bigre.

Li vir dixwazim bendek ji qanûna nû ya Tirkiyeyê ku ji bo diz, tecawîzkar û çeteyan re vekim. Raydarên Tirk ên dixwazin alîgir, diz, çete û tecawîzkaran berde, qanûneke nû dixwaze derbixe û girtiyên siyasî, rewşenbîr û kesên pêşengên civakê ji derveyî vê qanûnê bihêlin. Ev jî nîşana ku ji bo bikarin hê baştir serweriya xwe bikin ango civakê bê pêşeng û rêber bihêlin. Derve hiştina girtiyên siyasî bi taybet ên Kurd û dîsa muxalîf, dike ku ev kes negihê civakê û civakê li ber desthilatê şiyar bike. Ev girtiyên siyasî girtiyên ramanê û hişyarkirina civakê ne, mirovên zana û rewşenbîr in.

Her wiha li vir behsa Rêber Apo nekim wê kêm bimîne. Ji ber ku Rêber Apo ne girtiyeke siyasî û ji rêzê ye. Hema cîhan tev bi ramanê wî ji gelek girêkoran derbas bûye. Dîsa dahûrandin û pêşbîniyên wî yên di parêznameyê de bi vekirî qala karesatên roja îro tên jiyîn kiriye û sedemê wê jî vekirî nîşan daye. Ji bo ev girtî bên berdan, di serî de gelê Kurd û hêzên demokratîk li dijî vê qanûnê radibin. Ji ber ku ev qanûn, qanûna qetilkirinê ye. Qanûna qetilkirina di serî de Kurd û hêzên muxalîf ên li dijî hikûmetê ne.

Rojhilatê Kurdistanê binêrîn, ji xwe sîstema îslamî ya Îranê Kurd hejar kir û ciwanê wê bi madeyên hişbir hemû felç kiriye. Bi ser ve jî niha terkî şewba Covîd-19 kiriye. Ji xwe kuştiye, niha dora binaxkirinê ye. Hê jî gelek deverên Rojhilat erdehj û felaketên xwezayî rû didin. Dewlet bi çend qamyonan alîkarî şand, ew jî bi rojan kire propaganda ku aîkarî kirye. Lê çi hatibe kirin, gel bi xwe kiriye. Ev yek jî di çapemeniya azad û muxalîf de derket.

Ji xwe Rojavayê Kurdistanê ji destpêka serê sala 2011’an û vir ve şereke yê azadiyê tê kirin. Ji wê rojê heta niha şer, kuştin, qetilkirin û talankirin bi dawî nebûye. Herî zêde êrîşî navendên Kurdnişî lê dijîn tê kirin. Roj nîne ku dewleta Tirk û çeteyên wê êrîş nekin. Bi hezaran mirov bûne qûrbanî û hê jî dibin qûrbanî. Kes ji derveyî Kurdan û hêzên enternasyonalîst û demokratîk dengê xwe bilind nakin. Tevî banga NY a li her derê ji ber şewba Covîd-19 girtî bên berdan û şer bê rawestandin, lê dewleta Tirk vê nekir.

Em li vir qala Başûrê Kurdistanê jî nekin wê kêm bimîne. Başûrê Kurdistanê ji ber nebûna desthilateke xurt û qelsiya wê bûye navendeke ya mêtingerî û sermayedariyê. Bi taybet dewleta Tirk noqa rêveberiya wê girtiye û bixwaze nefes dide û nexwaze jî dikare nefesê lê biçikîne. Gelek carî êrîşî navendên wê dikin qaşo di bin navê hebûna PKK’ê de. Her carê jî gel, civak û gundî dibin qûrban. Li vir dixwazim mînakek bidim; li Başûrê Kurdistan wargehek penaberan a Mexmûr heye. Ev wargeh bi berxwedan û têkoşîna xwe tê nasîn û li her derê jî bi vê sifeta xwe xwedî cihe. Di rewşeke wiha de ku krîzeke insanî li her derê ye û metirsiya şewba koronayê li ser heye. Li ser vê re jî ev zêdetirî 9 meh in ambargoyeke heye. Di her carê de rêveber û doxtorên wargehê banga alîkariya insanî dikin, kes xwe nade ber vê. Ev karekî insanî ye, ne reng, ne ol û ne jî nîjad ferq dike. Diviya bû ji berî her kesê rêveberiya başûr bi hewara wan biçûba. Lê mixabin ev nekir. Ev drama û trajediyeke mala Kurdî ye. Dijminê mirov jî be, dema kete rewşek mirovî û wijdanî, mirov dijminahiyê dide alî û destê alîkariyê dirêj dike.

Di vê mijarê de mebesta min ew e; em di vê pêvajoya şewbê de bikarin dijminahî, dilgiranî û berjewendiyên kesî û partî bidin aliyekê û bi erka yekîtiya netewî ya mala Kurdî rabin. Di vê pêvajoyê de herî zêde Kurd û saziyên Kurdî dibin alîkar. Em dikarin vê şewbê weke fersendek bo yekrêziya mala Kurdî ava bikin. Ev ne pir zehmet e. Di demekê de her kesê pişta xwe dayî hev, em dikarin li hev vegerin û li rûyê hev binêrin. Ev ne pir zehmet e. Em ê bikarin birînên bi hezaran salî, nehatî pêçan bi yekîtiyê bipêçin û derman bikin. Em ji demboriyê ders bigirin û binêrin wê ev pir hêsan be ji bo em bikarin pêk bînin. Bi hêvime ku her alî gava yekem ji aliyê xwe ve bavêje wê gelek tişt bên guhetin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar