Navenda Nûçeyan |
Ji ber şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) li seranserî cîhanê mirov di malên xwe de dimînin. Gelek kes di vê pêvajoyê de bi hewldanên xwe dixwazin tiştên baş bikin. Di vê çarçoveyê de ciwanan ji bo hînkirin û pêşxistina zimanê kurdî, xebata Fêrgeha Kurdî dan destpêkirin.
Ji bo kesên ku qet bi kurdî nizanin û dixwazin kurdiya xwe pêş bixin dê vîdeoyên perwerdehiyê werin belavkirin. Li gorî saeta Amedê di 19.00’an de dê her rojên duşem, çarşem û înê vîdeoyên perwerdehiyê bên weşandin.
Hate diyarkirin ku di demên pêş de dê li ser youtube û platformên medyaya civakî jî weşan werin kirin.