Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

TEV-DEM’ê ji bo rewşa Ocalan û girtiyên siyasî bang kir

Navenda Nûçeyan |

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) der barê rewşa girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand. TEV-DEM’ê diyar kir ku vîrûsa koronayê (Covîd-19) li girtîgehan belav bûye û lewma ji ber rewşa girtiyan û Ocalan bi fikar in.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:

“Di demeke wiha de ku vîrîsa koronayê li seranserê cîhanê berbelav bûye, tevdîrên pêwîst hem ji bo civakê hem jî ji bo kampan û girtîgehan têne girtin, her wiha gelek dewletan hin dosya di ber çavan re derbas kirin, ji wan dosyayan yek jî ya girtiyên siyasî ye û girtî serbest berdan an jî karantîna ji wan re veqetandin û rê dan serdana parêzeran û malbatan.

AKP-MHP û dewleta tirk zehmetiya pandemiyê dikişînin lê hîn jî siyaseta xwe ya şovenîst berdewam dikin. Îsbata vê yekê nêzîkatiyên dewleta tirk ên ji bo dosyaya girtiyên siyasî, raya giştî û keysbazkirina rêxistina NY’yê, saziyên mafnas û mirovî ji mijûlbûna bi vîrûsa koronayê re ye. Ji ber ku ew jî zehmetiya belavbûna vîrûsê dikişînin û hîn jî negihiştine çareseriyekê yan jî dermanekî.

Li ser vî esasî piştî ku hejmara kesên di girtîgehên dewleta tirk de yên ku bi vîrûsê ketine yan mirine hate aşkerakirin, rewşa rêber Abdullah Ocalan fikaran ji mirov re çêdike û hîn zêdetir gumanên me têkildarî ku dewleta tirk a şovenîst hovtirîn kiryaran li dijî girtiyên siyasî, nexasim li dijî rêber Ocalan dide meşandin.

Redkirina serdan û hevdîtina bi rêber Ocalan re hîn zêdetir bala civaka kurd û civaka azadîxwaz dikişîne ser Girava Îmraliyê, nexasim ku dewleta tirk kiryarên dermirovî li dijî şehîd Egîd Îpek, dema cenaze di pakêtekê de ji dayika wî re şand pêk anî û li pêşberî saziyên mafên mirovan pîvanên civaka navneteweyî binpê dike. Di vê demê de civaka navneteweyî bi pandemiya vîrûsê re mijûl e û dewleta tirk kiryarên dermirovî dide meşandin û bi vê yekê dixwaze ji nû ve îradeya gelên têkoşer derbe bike.

Em bang li rêxistinên mirovî û mafnas dikin ku rewşa girtiyên di girtîgehên dewleta tirk de di ber çavan re derbas bikin û li beramberî kiryarên dewleta tirk ên şovenîst, ji Girava Îmraliyê û girtiyên siyasî re bi berpirsyariya xwe rabin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar