Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Partî û saziyên kurdistanî ji bo Mexmûrê bang li rêveberiya Başûr kir

Navenda Nûçeyan |

Partî û saziyên Kurdistanê, li dijî ambargoya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) nameyek ji Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê re nivîsîn û radestî nûnertiya wê ya li Berlînê û ofîsa li Başûr kirin.

Name wiha ye:

“Ev name û banga me ji bo birêz Mesûd Barzanî, seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê, serokê Herêma Kurdistanê, serokwezîr û Rêveberiya Herêma Kurdistanê re ye. Weke ku hûn jî ji nêz ve dizanin, ev demekê dirêj e Kampa Mexmûrê di bin ambargoya Rêveberiya Herêmê de ye. Hûn û tevahiya gelê kurd dibînin ku derdora 12 hezar kurdistanî li wir in û rewşa wan pir pir nebaş e.

Bi derketina vîrûsa koronayê re çawa ku li serê tevahiya cîhanê bûye bela, her wiha li ser gelê me jî bûye bela û metirsî. Bêguman metirsiya li ser gelê me yê li Kampa Mexmûrê mezintir e. Ji ber ku şert û mercên ew tê de ne, ji xwe gefeke li ser tenduristiyê. Jiyana wan bi temamî di rewşeke tehlûke de ye.

Bi navê kesayet, partî û saziyên kurdistanî yên navê wan li jêrê hatine nivîsandin, em dixwazin ev ambargo tavilê bê rakirin.

Ne pêwîste ku em bêjin, ‘Gelê me yê li wir hemû kurdistanî ne û piraniya wan jin û zarok in’, ji ber ku hûn hemûyan dinasin.

Em vê ambargoyê hêjayî we nabînin. Em we ji vê mijarê, ji vê helwestê mezintir dibînin. Ji ber ku em berpirsyariya we ji herêmê berfirehtir, di asta Kurdistanê de dibînin. Helwesta me ya di vê mijarê de, di heman demê de pîvana helwesta me ya ji bo yekitiya neteweyî ye.

Ev ambargo li kesayetiya we nayê, lewma em bawer in ku hûn ê vê daxwaza me hêja bibînin û di demekê herî nêz de vê ambargoyê rakin.

Em ji we bawer dikin, hêviyên erênî ji we dikin û di vê daxwaza xwe de israr dikin. Bi silav û rêzên xwe li benda bersiveke erênî ne.”

Navên partiyên ku name îmze kirin

Partiyên ku name îmze kirin wiha ne: “Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK), Tevgera Goran, Kongra Civaka Kurdistaniyan-Ewrupa (KCDK-E), Tevgera Jinên Kurdistanê-Ewropa (TJK-E), Partiya Şuî Kurdistan, Partiya Zehmetkêşan, Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiya (PADÊ), Tevgerê Azadî, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Demoqrat a Kurdi ya Sûrî (PDKS), Partiya Çep a Kurd li Sûrî, Tevgera Nûjen a Kurdistanî-Sûrî, Partiya Demokrat a Kurd li Sûrî (El Partî), Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûrî, Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûrî, Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûrî (PYDKS),  Partiya Rêkeftin a Kurd li Sûrî, Partiya Çaksaziya Kurd li Sûrî, Partiya Kesk a Kurdistanî li Sûrî, Partiya Demokrat a Kurdistanî li Sûrî, Partiya Komunîst a Kurdistanî li Sûrî, Partiya Îslamî ya Kurdistan (PIK), Partiya Komunîst a Kurdistan (KKP), Tevgerê Kawa, Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK), Yakyatî Şoreşgêrî Kurdistan, Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR), Civaka Jinên Rojhilatî Kurdistanê (KJAR), Platforma Horam, Platforma Zagros, Platforma Yarsan, Yarî Kurd, Kurdische Gemeinde Stuttgart e, Federasyona Elewiyên Kurdistanê (FEDA), Federasyona Komelên Êzidiya(NAV – YEK), Kurdische Zentrum Berlin, Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), Enstîtûya Kurdî – Almanaya, Enstîtûta ya Kurdî – Bruksel, Meclisa Şengal a Derveyî Welat (MŞD), Yekitiya Mamostayên Kurdistanê (YMK), Yekitiya Êzdiyên Sûrî (YES), Kurdisch Gemeinde Brandenburg – Berlîn, Dachverband der Êzidischen Frauenräte, Deutsch-kurdisches Forum (DKF) e.V Dresden, Kongreya Gel a Mezopotamyayê, Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê, Kurdistan Human Rights Association.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar