Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KNK’ê ji bo Zînî Wertê bang li PDK û YNK’ê kir

Navenda Nûçeyan |

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî rewşa Zînî Wertê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

“Tevahiya cîhanê, niha li hemberî vîrûsa koronayê bêçare maye. Cîhan di nava rewşeke aborî, rêveberî û saxlemiyê de derbaz dibe. Hemû xelkê cîhanê li bendê ne ku çareseriyek ji bo vê derd û nesaxiyê bê dîtin û mirovahiyê ji vê karesata kujer rizgar bike. Bê guman Kurdistan û xelkê wê jî ji vê rewşê ne dûr in. Tevî pirsgirêk û arîşeyên aborî, siyasî û rêveberiyên xwe, ev derd û nesaxiye jî hatiye ser. Lê mixabin di vî demê nazik de PDK û YNK, ku du hêzên ser destên başûrê Kurdistanê ne û perpirsyariya rêveberî û parastina xelkê Kurdistanê li ser milên wan e, li Zînî Wertê hêzên xwe yên çekdar li hemberî hev kom dikin. Vê helwestê strês û matmayînek bi tirs li gel gelê me çêkiriye.

Birînên şerê navxweyî hêj nehatine pêçandin. Komkirina hêzan li hemberî hev û şerê medyayî xelkê Kurdistanê kiriye nava rewşeke ne aram û herwiha şerê qirêj ê navxwe li bîr tîne.

Ev rewş, ji bo dagirker û neyarên Kurdistanê derfeteke ku herdem xewn pê ve dîtine û kar ji bo kirin e. Vaye, her di vê rewşê de, dewleta tirk çend carek bombarana wê deverê û Qendîlê kir. Di heman demê de bi balafirên xwe yên şer êrîş kirina ser kampa Mexmûrê, ew kampa ku di bin serperiştiya NY’ê de ye û ev demeke ji li hemberî dorpêça hikûmeta başûrê Kurdistanê dinalîne. Mixabin di wê êrîşê de jin û zarok hatine kuştin.

Em êrîşên dewleta tirk a li ser xelkê sivîl ê Kurdistanê şermezar dikin. Bang li gelê Kurdistanê û hêzên siyasî dikin ku hişyar bin û derfetê nedene dagirker û neyaran ku agirê nakokiya navxweyî geş bikin.

Dewleta tirk û neyarên din jî tenê bi vê yekê na sekinin. Hemû şiyanên xwe ji bo lidarxistina şerekî malwêrankeriyê yê navxweyî bikartînin. Heta di wê rêyê de kurdan lawaz bikin û li dawiya êrîşên xwe yên berbilav li ser xelk û destkeftên Kurdistanê ewên ku bi xwîna dehan hezar şehîd û ked û têkoşîna sedan hezar têkoşeran bi dest hatiye, destpê bikin.

Di şert û mercên wiha de tevî ku şerekê navxweyî şermezariyeke mezine ji bo gelê me tîne. Di heman demê de kes ji dostên gel me li hewara me nahên. Niha tevahiya cîhanê mijûlî pirsgirêk û arîşeyên xwe ne û her welat û civakek jî hemû şiyanên xwe li ser geryana ji bo dîtina çareseriya vîrûsa koronayê û encamên wê yên aborî, rêveberî û siyasî mezaxtiye û li paşeroja xwe dinêrin.

Gelê Kurdistanê weke hemû gelên cîhanê, zêdetir pêdivî bi piştgîriya navxweyî û yekrêzî û hevçeperiyê heye, ne bi nakokî û şerê navxweyî. Heger gelên dinyayê bi derd û nesaxiya korona yê binale, gelê me li hemberî tirsên mezin û kujertir de ye.

KNK daxwazeke lezgîn li YNK û PDK dike, hêzên xwe yên ne pêwîst ji wan deveran û yên li hemberî hev rawestiyan paşve vegerînin. Pirsgrêk û arîşeyan bi rêya diyalog û aştiyane û berpirsyarane çareser bikin. Em bi hemû hêza xwe ve amadeyî her alîkariyekê ne. Ji hemû kanalên peywendiyên me re em ê hewla aramkirina vê rewşê û dîtina rêyên çareseriyê ji bo asyayîkirina vê rewşê bidin.

Herwiha KNK bang li tevahiya partî û hêzên kurdistanî yên hemû parçeyên Kurdistanê dike, daxwaz li kesayetiyên siyasî, rewşenbîrî û akademîk ên kurdistanî jî dike ku bi helwesteke welatparêz rola navbeynkarî û karakterê aştiyaneya vê rewşê bilîzin. Herwiha daxwazê li xelk û alîgirên wan du hêzan û xelkê Kurdistanê jî dikin ku zêdetir li hemberî vê rewşê bisekinin. Êrîşên medyayî û torên civakî li hemberî hevdu rawestînin û agirê nakokiyê geş nekin.

Em li Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi bawerin ku di nava gelê me yê başûrê Kurdistanê, di nav rêveberên PDK û YNKê de, herwiha di nava endam û alîgirên wan de kesayetiyên dilsoz û xemxwirên xelkê zêde hene ku bikarin bi hekîmane nêzî rewşê bibin û Kurdistanê ji agirê şer û karesateke navxweyî dûr bixin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar