Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Tora Çand û Zimanê Kurdî dest bi weşana zindî kir

Tora Çand û Zimanê Kurdî ku bi armanca parastin û pêşxistina zimanê kurdî hate avakirin, li ser platforma medyaya dîjîtal dest bi weşana zindî kir. Di komxebata li Amedê hat lidarxistin de, kesên ji bo 18 maseyên tematîk hatine destnîşankirin û dê di mijarên cuda de dest bi weşana zindî bikin. Dr. Erdal Sîpan di 15’ê nîsanê de dest bi weşana ewil kir. Sîpan dê li ser hesabên înstagramê ku yekemîn car weşanê dike bandora koronayê ya li ser tevahiya cîhanê binirxîne.

Ji sekreteryaya torê Bawer Berşev diyar kir ku wan di komxebatê de biryar girtin ku medyaya civakî aktîf bikin û wiha pêde çû: “Em dixwazin ku gelê kurd bi zimanê xwe agahiyan bigire. Mirov bi rêya medyaya civakî, dikarin fikir û ramanên xwe parve bikin û nîqaş bikin. Ev qad bi taybetî ji aliyê ciwanan ve pir tê bi kar anîn. Em jî dixwazin vê qadê aktîf bikin. Kurd wê bi vê rê yê fikir û ramên xwe bi hev re parve bikin. Fikrên nû yên derbikevin holê jî wê di heman demê de xebatên torê dewlemendtir bike.”

Berşev got ku dê yekemîn weşana xwe li ser hesabê înstagramê bikin û wiha bi dawî kir: “Bi demê re em ê qenala xwe ya youtube jî aktîf bikin. Em dixwazin kurd bibin aboneya qenala me. Em ê hefteyê carekê rojeveke cuda bi weşînin. Me plan kiriye ku di vê çarçoveyê de em du caran weşanê bikin. Di vê demê de pirsgirêkên weşangeriya şano, sînema, wêje, ziman, aborî, dîrok û kurdî hene. Em hewl bidin van bixwin rojeva xwe û bi weşîn in. Dîsa em ê li ser rojevên di nava hefteyê de pêk tên jî rawestin.”  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar