Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Tirkiye ji bo êrîşên li dijî kurdan vîrûsa koronayê weke firsend bi kar tîne’

Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) gelek caran rastî êrîşên dewleta tirk tên. Herî dawî jî di 15’ê nîsanê de balafirên bêmirov ên dewleta tirk şêniyên li wargehê hedef girtin û di encamê de 3 jinan jiyana xwe ji dest dan û jinek jî birîndar bû. Li wargehê 12 hezar kes dijîn û jiyana wan ji ber êrîşên dewleta tirk di xetereyê de ye. Têkildarî mijarê hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso ji ANHA’yê bi Ehmed Semîr û Lîlav Mihemed re axivî.

Eyşe Hiso anî ziman ku vîrûsa koronayê (Covîd-19) li ser jiyana hemû mirovahiyê xetereyeke mezin çê dike û tevî vê rewşê jî dewleta tirk dev ji êrîşên xwe yên li dijî gelê kurd narewestîne. Hiso bi domdarî wiha got: “Di dema ku cîhan ji ber vîrûsê tevdîran digire de dewleta tirk wargeha penaberan bombebaran dike. Ev şerm e û ji bo tevahiya dewletên cîhanê jî rûreşî ye. Di vê rewşê de jî faşîzma tirk faşîzma xwe aşkera dike û êrîşî herêm û bajarên kurdan dike.”

‘Tevî bangawaziyên agirbestê jî êrîşên xwe didomîne’

Di berdewamê de jî Hiso bal kişand ser bangawaziyên Neteweyên Yekbûyî (NY) û hêzên navneteweyî yên ji bo ragihandina agirbesteke cîhanî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tevî vê jî dewleta tirk li aliyekê êrîşên xwe yên hovane li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne, li aliyê din jî di 15’ê nîsanê de bi balafiran êrîşî wargeha Mexmûrê kir. Ji xwe ev bi mehane Mexmûr di nava ambargoyeke giran de ye û rewşa wê xetere ye.”

‘Dixwazin planên xwe yên dagirkeriyê pêk bînin’

Hiso bang li PDK’ê û rêveberiya Başûr kir ku dorpêça li ser wargehê rakin û wiha pê de çû: “Divê li dijî êrîşên dewleta tirk bêdeng nemînin. Êrîşa li dijî wargehê, êrîşeke hovane ye. Ev êrîş nîşan dide ku faşîzma dewleta tirk û komkujiyên wê yên li dijî gelê kurd didomin. NY û hêzên cîhanî berpirsên vê êrîşê ne. Dewleta tirk mijûlbûna cîhanî ya li dijî vîrûsê ji bo êrîşên li dijî gelê kurd weke firsend dibîne. Dixwazin plan û projeyên xwe yên dagirkeriyê pêk bînin.”

Bang li hikûmeta Iraqê kir

Herî dawî jî Eyşe Hiso ev tişt destnîşan kir: “Ez bang li aliyên têkildarî dosyaya Sûriyeyê û herêma Kurdistanê dikim ku li hemberî êrîşên dewleta tirk bêdeng nemînin. Divê rêxistinên navdewletî zextê li dewleta tirk bikin. Helwesta hikûmeta Iraqê ya li dijî êrîşê têrê nake. Hikumetên Iraqê û ya herêma Kurdistanê berpirsên êrîşên dewleta tirk in. Ez bang li hikûmeta Iraqê dikim ku qada hewayî li firîna balafirên dewleta tirk bigirin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar