Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

46 partî û saziyên kurdan ji bo Mexmûrê bang kirin

Navenda Nûçeyan |

Sazî û rêxistinên Kurdan komkujiya li Mexmûrê şermezar kirin û diyar kirin, “Bêdengî hêz û cesaretê dide dewleta Tirk ku êrişên xwe bidomîne.” Saziyan her wiha nerazîbûn nîşanî hikumetên Başûrê Kurdistanê û Iraqê dan.

Têkildarî êrîşa dewleta tirk a li dijî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), 46  partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û saziyên kurdan daxuyaniyeke hevpar a nivîskî dan.

Daxuyanî wiha ye:

“Li hemû cîhanê mirovahî li hemberî pandemiya vîrûsa koronayê hewl dide ku xwe biparêze, hewl dide ku pêşiya vê pandemiyê bigre. Rêveberiyên welatan hewl didin ku gelê xwe ji vê felaketê biparêzin. Lê belê dema ku hemû cîhan bi vê felaketê re mijûl e, dewleta Tirkiyeyê pandemiya vîrûsa koronayê ji bo xwe wek firsend dibîne û êrîşên ku li ser gelê kurd dimeşîne hê jî zêdetir dike.

Ji ber êrîşên dewleta Tirkiyeê yên hewayî li ser Wargeha Mexmûrê, duh sê jinên ku ji bo dotina pezên xwe çûbûn nav pez, hatin qetilkirin. Wek partiyên siyasî û rêxistinên medenî yên ku navên wan li jêr hatiye nivîsandin, em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin.

Bêdengî cesaretê dide dewleta tirk

Li hemberî vê qetlîamê di serî de hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî heta vê seetê jî bêdeng in. Ev bêdengî cesaret daye ku dewleta tirk van êrîşên xwe heta niha her tim berdewam kiriye. Em vê bêdengiyê bi hîç awayekî qebûl nakin. Bi taybetî bêdengiya serokatî û hikûmeta Herêma Kurdistanê, di nav gelê kurd de sedemê nerazîbûneke pir mezin e. Li gel êrîşên li ser Wargeha Mexmûrê, heman demê li herêma Zînî Wertê, di navbera pêşmergeyên PDK’ê û ê YNK’ê de aloziyeke mezin rû da. Xeterî heye ku ev bibe sedema şerekî navxweyî. Ev rewş jî bi hîç awayekî nayê qebûlkirin. Şerekî di nav hêzên partiyên kurd de rû bide, tenê daxwaz û xizmeta dewletên dagirker û taybetî jî di vê pêvajoyê de xizmeta dewleta tirk dike.

Em di serî de bang li serokatî û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin; bêdengî û bêhelwestbûna li hemberî êrîşên dewleta tirk, ji bo gelê kurd pir giran e û bi hîç awayekî nayê qebûlkirin. Pêwîst e di vê mijarê de nerazîbûn û helwest bê nîşankirin û hesara li ser gelê Wargeha Mexmûrê jî bê rakirin, ji ber ku ev hesar ji bo gelê kurd êdî gihîştiye asta şermê.

Li dijî êrîşan tifaqî hewce ye

Banga me ji bo gelê Kurdistanê ye; êrîş û neyartiya dewleta tirk ne tenê li ser Wargeha Mexmûrê ye, êrîş li ser hebûna gelê Kurdistanê ye. Cîhan li hemberî felaketa vîrûsa koronaya hewl dide ku xwe biparêze, lê belê dewleta tirk di vê demê de jî neyartiya kurdan berdewam dike û bi hemû hêza xwe dixwaze destkeftên gelê kurd têk bibe. Pêwîst e gelê me li hemberî êrîşên dewleta tirk weke gelên çar parçeyên Kurdistanê bi hev re; wek partiyên siyasî, rêxistinên medenî, rewşenbîr, hunermend, medyaya kurdî hemû bi yek deng bin. Dost û dijmin bibîne ku gelên Kurdistanê li hemberî êrîşên dewleta dagirker a tirk bi hevra tifaq in. Heta ku em bi hevre nebin yek, em him nikarin li hemberî êrîşên dewleta dagirker gelê xwe biparêzin hem jî li hemberî dîrokê em nikarin xwe biparêzin. Em bang li Neteweyên Yekgirtî û hikûmeta Iraqê jî dikin ku li hemberî êrîşên dewleta tirk bêdeng nemînin, bêdengî hevkariya dewleta tirk e, ji bo parastina gelê Wargeha Mexmûrê pêwîst e berpirsyariyên xwe pêk bînin.”

Partî û saziyên beşdarî daxuyaniyê bûn wiha ne:

* Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK)

* Tevgêra Goran

* Kongra Civaka Kurdistaniyan-Ewropa (KCDK-E)

* Tevgêra Jinên Kurdistanê-Ewropa (TJK-E)

* Partiya ŞÛÎ Kurdistan – Başûr

* Partiya Zehmetkêşan – Başûr

* Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiya (PADÊ)

* Tevgêrê Azadî

* Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

* Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S)

* Partiya Çep a Kurd li Sûrî

* Tevgera Nûjen a Kurdistanî-Sûriya

* Partiya Demokrat a Kurd li Sûriya (El Partî)

* Partiya Çep a Demoqrat a Kurd li Sûriya

* Partiya Rêkeftin a Kurd li Sûriya

* Partiya Çaksaziya Kurd li Sûriya

* Partiya Kesk a Kurdistanî li Sûriya

* Partiya Demokrat a Kurdistanî li Sûriya

* Partiya Komunîst a Kurdistanî li Sûriya

* Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK)

* Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP)

* Tevgera Kawa

* Partiya Jiyana Azad a Kurdistan(PJAK)

* Yakyatî şoreşgêrî Kurdistan

* Civaka Demokratîk û Azada Rojhilatê Kurdistanê (KODAR)

* Civaka Jinên Rojhilatî Kurdistanê (KJAR)

* Platforma Horam

* Plattforma Zagros

* Plattforma Yarsan

* Yarî Kurd

* Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V

* Federesyona Elewiyên Kurdistanê (FEDA)

* Federasyona Komelên Êzidiya(NAV – YEK)

* Kurdische Zentrum Berlin

* Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK)

* Enstîtuya Kurdî – Almanaya

* Enstîtuya Kurdî – Bruksel

* Meclisa Şengalê ya Derveyî Welat( MŞD)

* Yekitiya Mamostayên Kurdistanê (YMK)

* Yekitiya Êzdiyên Sûrî (YES)

* Kurdisch Gemeinde Brandenburg – Berlîn

* Dachverband der Êzidischen Frauenräte

* Deutsch-kurdisches Forum (DKF) e.V Dresden

* Kongreya Gel a Mezopotamyayê

* Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê

* Kurdistan human rights Association

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar