Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KCK: PDK di nava şaştî û xefleteke dîrokî de ye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên li ser Mexmûr û Zînî Wertê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Dewleta tirk û PDK ji bo belavkirina kampa Mexmûrê polîtîkayeke hevpar dimeşînin. Dewleta tirk ji ber dilsoziya Mexmûrê ya bi Rêber Apo û PKK’ê êrîşê dibe ser wir. PDK jî bi gotina ‘bandora PKK’ê li wir heye’ hincetê ji van êrîşan re dibîne. Ji xwe dewleta tirk jî van êrîşên xwe dispêre van gotinên partiyeke kurd û bi vî rengî rewa dike.

Kampa penaberan a Mexmûrê kampeke ser bi Neteweyên Yekbûyî ve ye, ku li qadeke di bin berpirsyariya Iraqê û Federasyona Başûrê Kurdistanê de ye. Heta niha gelek caran balafirên şer ên tirk êrîş birin ser wê derê, lê ne Neteweyên Yekbûyî, ne Iraq, ne jî PDK li ber van êrîşan rabûn. Di êrîşa dawî de dewleta Iraqê li ber êrîşê rabû û helwesta diviyabû nîşan bida, nîşan da.

Gelê Mexmûrê di sala 2014’an de bi berxwedana xwe ya li dijî DAIŞ’ê deriyê Hewlêrê parast. Lewma ev helwesta PDK’ê ya li dijî vî gelî ji aliyê tu kurdî û her kesên xwedî wijdan ve nayê qebûlkirin. PDK xwe li dilsoziya gelê Mexmûrê ya bi Rêber Apo re ranagire û dixwaze gel teslîmî polîtîkayên wan bibe. Gelê Mexmûrê di wê baweriyê de ye; ji ber ku zext û zordariya PDK’ê qebûl nake, dibin hedefa dewleta tirk. Dibêjin ku ambargo û dorpêçiya 10 mehan ji ber vê yekê didome. Gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê dixwaze ku PDK vê ambargoya li ser Mexmûrê rake û li dijî êrîşên dewleta tirk helwestê nîşan bide.

Agahiya têkildarî cihê gerîla ji nava kampa PDK’ê hatiye dayîn

Li Zînî Wertê ku PDK bi avakirina baregeheke pêşmergeyan dixwaze qada gerîla dorpêç bike, di êrîşa balafiran de 3 gerîlayên me şehîd bûn ku yek ji wan rojhilatî ye, yek rojavayî û yek jî bakurî ye. Yekîneya ji 3 gerîlayan pêk dihat çû kampa pêşmergeyên PDK’ê û ji wan re got ku mayina wan a li wir ne rast e û ji wan xwestin ku ji wir biçin. Yekîneya gerîla ya ji 3 kesan ji devera pêşmergeyên PDK’ê çûn û li cihekî nêz bi cih bûn. Rojek piştî ku ji cem PDK’iyan çûn, balafirên şer noqteya lê bûn bombe kirin. Di vê êrîşê de her sê gerîla jî şehîd bûn. Ev êrîş di encama îxbarê de hate kirin. Li noqteya gerîla ya ku bû hedef ne wargehek heye ne jî zomek. Lewma aşkera dibe ku agahiya li ser cihê gerîla ji nava kampa PDK’ê hatiye dayin.

Xuyaye ku di şerê li dijî gerîla de PDK’ê bi TC’ê re li hev kiriye

Di demekê de ku agahî hatin wergirtin, ku TC û PDK di mijara dorpêçkirina herêma Qendîlê de li hev kirine û wê di demeke guncav de dewleta tirk êrîş bike, PDK li noqteyeke qadên gerîla bi cih bûye. Ji xwe dewleta tirk bêyî piştgiriya PDK’ê nikare êrîşê bibe ser Qendîlê. Ger planeke êrîş û dagirkirinê ya li ser Qendîlê nebûya, PDK’ê gava ji bo bicihbûna li Wertê nediavêt. Tê fêhmkirin ku di şer û aloziyeke li dijî gerîla de dê PDK piştgiriya dewleta tirk bike. Êrîşa li dijî komeke biçûk a gerîla ya piştî çûyîna kampa PDK’ê vê yekê radixe pêş çavan.

Dewleta tirk dixwaze PDK û PKK’ê bi hev bide şerkirin

Dewleta tirk ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd her rê û rêbazê diceribîne. Li ku destkeftiyeke kurdan hebe êrîşê dibe ser wir. Raya giştî ya kurd baş pê dizane ku piştî referanduma 2017’an a li başûrê Kurdistanê, delweta tirk helwesteke çawa nîşan da. Dewleta tirk ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd, hewl dide tevgerên siyasî yên kurd li ber hev rake û ev yek jî ji xwe re kiriye rêbazeke esasî. Di vê çarçoveyê de dixwaze PDK û PKK’ê bi hev bide şerkirin. Her wiha zextê li hin hêzên din ên siyasî dike ku li ber PKK’ê rabin.

Armanca bicihbûna li Zînî Wertê êrîşa li dijî Qendîlê ye

Têkiliyên di navbera Tirkiye û PDK’ê de li gel helwesta dewleta tirk a dema referanduma 2017’an salên dawî zêde bûne. Hewldana dagirkeriyê ya li dijî Xakurkê jî di çarçoveya vê têkiliyê de pêk hatiye. Niha jî li ser bingeha vê têkiliyê hesabên wê dikin ku êrîşê bibin ser Qendîlê. Ji bilî vê yekê tu wateya bicihbûna PDK’ê li Zînî Wertê nîne. PDK’ê bi vî rengî li gorî hesabên dewleta tirk ên ji bo rakirina li ber hev a PKK û PDK’ê, gav avêtiye.

Bicihbûna PDK’ê ya li qadeke Qendîlê dê teqez neyê qebûlkirin

Em naxwazin li dijî tu tevgereke siyasî ya kurd şer bikin. Em di wê baweriyê de bûn ku şerê navbera partiyên kurdan bi dawî bûye. Tevî ku gelek helwestên neyînî hatin nîşandan jî em li gorî vê hesasiyeta xwe tevdigeriyan. Lê belê bicihbûna hêza leşkerî ya PDK’ê li qadeke serwer a li Qendîlê dê teqez neyê qebûlkirin. Ji xwe YNK’ê jî di vê mijarê de nerazîbûna xwe nîşan daye. PDK bi bicihkirina hêza leşkerî li Zînî Wertê zexta ‘ji vir derkevin’ li gerîla kiriye. Aşkera ye ku ev yek daxwaza dewleta tirk e. Ya rast, PDK bi bicihbûna li Zînî Wertê li dijî gerîla şer ragihandiye. 3 gerîlayên ku ji bo ji pêşmergeyên PDK’ê re bibêjin ku bicihbûna li Zînî Wertê nerast e çûn gel wan, bûn hedefa balafirên şer ên tirk. Ev êrîş jî vê yekê aşkera dike.

Mayîna PDK’ê ya li Zînî Wertê ne di berjewendiyên kurdan de ne

Bi daxuyaniyên maqûl me xwest ku bi PDK’ê bidin fêhmkirin gava ku avêtine ne rast e, dibe ku rê li ber rageşî û şer veke. Me diyar kir divê her hêz biçe ser pozîsyona xwe ya berê. Lê guh nedan vê nêzîktêdayina me ya bi berpirsî û bihistyarî her wiha rê li ber şehîdbûna 3 gerîlayan vekirin. Mayîna PDK’ê ya li Zînî Wertê ne di berjewendiya kurdan de ye. Tenê wê rawesta li ser helwesteke wiha be ku pê dijminên kurd kêfxweş bibin. Ji ber vê, vekişîna ji cihê ku zevt kirine wê di berjewendiya kurdan de be. Gelê me, raya giştî ya kurd û hemû dostên kurdan ji PDK’ê vê hêvî dike.

Bang li raya giştî ya Kurdistanê hate kirin

Daxwaza PDK’ê ya mayina li Zînî Wertê ya bi rengê ku Qendîlê dorpêç bike û bibe parçeyek ji êrîş û polîtîkayên tasfiyekirinê ya dewleta tirk, hemû jiyana azad û demokratîk a gelê kurd têkildar dike. Êdî gelê kurd û raya giştî ya kurd a bîrewer heye. Ji bo vê guhdana li vê vînê ya hemû hêzên siyasî yên kurd bi hewceyeke helwesta welatparêz û demokratîk e. Ji ber vê gelê kurd, rewşenbîr, hunermend û hemû raya giştî ya kurd divê diyar bikin ku ew vê rewşa ku wê rê li ber rageşî û şer veke qebûl nakin. Di rewşên wiha de mudaxeleya herî baş dê helwesta gelê me û raya giştî ya kurd be.

PDK ketiye nava şaştî û xefleteke dîrokî

PDK bi rengekî aşkera pêşmerge şandine ser Tevgera Azadiyê. Aşkera ye ku ev gav tenê di berjewendiya dewleta tirk û dijminên kurdan de ye. PDK ji bo gelê kurd dikeve rewşa şaşî û xefleta dîrokî.  Dixwaze Tevgera Azadiya Kurd jî bikişîne nav şaşiya xwe. Ji vî alî ve pir girîng e ku gelê kurd, dostên kurdan û raya giştî bi lezgînî helwesta xwe nîşan bide.

Bêguman em hê jî li bendê ne ku PDK nêzîktêdayineke maqûl û bi çarçoveya êqil nîşan bide. Heta niha helwesta me bi vî rengî bûye. Em hêvî dikin ku ev rageşî biqulibe ser rewşeke baş û nebe sedema rûdanên ku dijminên kurdan kêfxweş bike. Daxwaza me ya herî mezin ew e ku şehadeta gerîla jî nebe sedema rageşî û şer lê bibe sedema rewşeke baş.

Ji bo ku encameke wiha derkeve em bawer dikin ku hemû hêzên siyasî yên kurd, gelê me, raya giştî ya demokratîk û dostên me dê bi rola xwe ya esasî rabin. Em sersaxiyê didine malbatên yên ku li Mexmûrê û Zînî Wertê şehîd bûne û sersaxiyê ji bo hemû gelê kurd dixwazin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar