Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Mazlum Dînç: Em ji ber ewlehî û tenduristiya Ocalan bi fikarin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 21 sal e li Girtîgeha Tîpa F a Bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di tecrîdê de ye. Parêzerên Ocalan 8 salan nekarî bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin û herî dawî piştî grevên birçîbûnê hevdîtin kirin. Herî dawî jî di 7’ê tebaxa sala 2019’an de hevdîtin kirin. Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan jî piştî agahiyên ku li girava Îmraliyê şewat derketiye, di 2’yê adara 2020’an de çûbû Îmraliyê. Piştî şewba koronayê re parêzeran 8 caran û malbatê jî 5 caran serlêdan kirin lê ev serlêdan bêbersiv hatin hiştin. Daxwaza parêzeran a ji bo hevdîtina bi telefonê re jî hate redkirin. Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê û wasiyê Ocalan, Mazlum Dînç têkildarî mijarê ji MA’yê bi Erdogan Alayûmat re axivî.

Mazlum Dînç diyar kir ku li gorî qanûna înfazê, mafê hemû girtiyan e ku li gel hevdîtina bi parêzer û malbatê re, hevdîtinê bi telefonê re jî bike. Dînç wiha got: “Lê ev mafê Ocalan tê binpêkirin. Ji muwekîlên me Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş beriya ku biçin Îmraliyê, li girtîgehên din mafê wan ê telefon hebû. Piştî çûn Îmraliyê jî ev mafê wan hatiye binpêkirin.”

Dînç destnîşan kir ku piştî mafên pêwendîdanîn yên muwekîlên wan hatine astengkirin, di sala 2015’an de bi awayekî şexsî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dane û wiha domand: “AYM’ê got ku mafê telefonê yê Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar hatiye binpêkirin. Ji bo pêkanîna vê biryarê me gelek caran serlêdan kirin. Lê ev serlêdan hatin redkirin.”

‘Mafên bingehîn bûne mijara bazariyê’

Bi domdarî jî Dînç anî ziman ku piştî şewba koronayê wezareta dadê biryarek da û li gorî vê jî mafê hevdîtinê hate qedexekirin lê yê bi telefonê hate zêdekirin. Dînç daxuyand ku ev mafê muwekîlên wan ên li Îmraliyê hatiye binpêkirin û wiha pê de çû: “Li Îmraliyê biryarên DMME û Dadgeha Qanûna Bingehîn pêk nayên. Mafên herî bingehîn jî weke şantaj tê bikaranîn û dibe mijara bazariyê. Li wir pergaleke derhiqûqî heye.”

‘Hewl didin derqanûniya xwe veşêrin’

Di berdewamê de jî Dînç bi lêv kir ku di demên dawî de ji bo nixûmandina derhiqûqiya li Îmraliyê, bi biryarên dadgeriya înfazê ‘kirasekî qanûnî’ tê amadekirin û wiha berdewam kir: “Ev biryar li dijî hiqûq û exlaq in. Di pergala hiqûqê ya tirk de tiştekî wiha nîne. Li gorî vê pergalê, dadger ji bo ku bikare biryarekê bigire divê erka biryargirtin û biryardayînê û mueyîdeya wan di qanûnan de hatibe sererastkirin. Lê biryarên heta niha yên der barê muwekîlên me de kêfî û derqanûnî ne. Me xwest van biryaran teblîxî me bikin lê vedişêrin. Têkoşîna me ya li dijî derhiqûqiyê jî tê astengkirin. Mafê telefonê jî bi biryara dadgeriyên înfazê tê astengkirin. Tu qanûniyeke biryara ku di 13’ê sibatê de ji bo 6 mehan dane nîne.”

‘Ji bo tenduristî û ewlehiya Oalan fikarên me hene’

Der barê tenduristiya Ocalan de jî Dînç ev tişt destnîşan kir: “Têkildarî ewlehî û tenduristiya Ocalan fikarên me hene. Girava Îmraliyê birûtûbet e. Şert û mercên wê yên avhewayî jî hişk in. Muwekîlên me nikarin ji hewadariyê baş sûdê bigirin. Muwekîlê min 71 salî ye û nexweşiyên wî yên kronîk hene. Ji ber koronayê jî bi xetereyeke mezin re rû bi rû ye. Em dixwazin têkildarî tevdîrên li Îmraliyê girtin, me û raya giştî agahdar bikin. Serlêdanên me yên vê derbarê de hatin redkirin. Ji bo ku fikarên heyî rabin divê malbat û parêzer di zûtirin dem de hevdîtinê pê re bikin. Her wiha divê mafê wan ê telefonê neyê binpêkirin.”

‘Aktorê sereke birêz Ocalan e’

Herî dawî jî Mazlum Dînç wiha got: “Wezîrê dadê got ku li 5 girtîgehan di 17 hikûmxwaran de korona hatiye tespîtkirin û 3 jê mirine. Ev yek talûkeya heyî radixe ber çavan. NY û Konseya Ewropayê ji bo hemû girtiyan bang kir. Lê Tirkiyeyê di qanûna înfazê de girtiyên siyasî daxil nekirin. Lê ev şewb cihekariyê nake di navbera girtiyan de. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk, aktorê sereke birêz Ocalan e. Ji bo hemû mirovahiyê, divê şert û mercên jiyanê yên Ocalan bên başkirin. Ew jî bidawîkirina şert û mercên dîlgirtinê yên di nava pergaleke îşkence û tecrîdê pêkane.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar