Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bîlançoya vîrûsa koronayê her ku diçe girantir dibe

Navenda Nûçeyan |

Vîrûsa koronayê (Covîd-19) serweriya xwe ya li cîhanê her ku diçe xurtir dike. Bîlanço giran dibe lê hê jî ji bo başkirina kesên bi şewbê ketin, dermanek nehatiye dîtin. Li gorî daneyên fermî yên dawî, heta niha zêdetirî 2 milyon û 155 hezar kes bi şewbê ketine û ji van herî kêm 155 hezar kes bi vê şewbê mirine.

Ji bo dîtina dermanê şewba koronayê li gelek welatan xebatên girîng tên kirin. Têkildarî mijarê zanyarên DYA’yê gotin ku wan di vê mijarê de gavên baş avêtine. Di encama cerebeyan de diyar bû ku dermanê Remdevîsîr li meymûnên heman şewbê ketin, baş hatiye.  Li Çîn, Ewropa û DYA’yê 13 xebatên klînîk li ser dermanê Remdevîsîrê tên kirin û WHO’yê jî got ku ev derman bikêr e.

Li gorî daneyên fermî li çend welatan bîlançoya şewbê wiha ye:

BAKURÊ KURDISTANÊ Û TIRKIYE

* Li gorî daneyên fermî heta niha li Bakur û Tirkiyeyê 78 hezar û 546 kes bi şewba koronayê ketine û ji van hezar û 769 kes pê mirine. Lê tê gotin ku hejmar ji van daneyan gelek zêdetir e. Amed û Wan jî di nav de li 30 bajarên mezin qedexeya derketina derve hate ragihandin. Hat zanîn ku li Amedê 12 jê bijîşk 30, li Zonguldakê jî 137 xebatkarên tendirustiyê bi şewba koronayê ketine.

* Li hêla din kampanyaya HDP’ê ya ‘Malbatên Xwişk û Bira’ her ku diçe berfirehtir dibe. Di vê çarçoveyê de li Mêrdînê HDP’iyan xwe gihandiye 584 malbatan û li 250 malbatan jî kolî hatine belavkirin.

DYA

* Li DYA’yê hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketîn 710 hezar derbas kir û herî kêm 37 hezar kes jî pê mirine.

SPANYA

* Li Spanyayê heta niha 191 hezar kes bi şewbê ketine û ji van herî kêm 20 hezar jê mirine. Li welat hejmara kesên tên dermankirin jî zêdetirî 96 hezar kesane.

ÎTALYA

* Li Îtalyayê hejmara kesên bi vîrûsê ketîn 172 hezar derbas kir. Ji 22 hezar û 700 kesan zêdetir ji ber vê şewbê jiyana xwe ji dest dan.

FRANSA

* Li Fransayê hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketin gihişte 148 hezar kesan. Li welat zêdetirî 18 hezar û 680 kes jî bi vîrûsê mirine.

INGILISTAN

* Hejmara kesên bi şewba koronayê ketin li Ingilistanê 108 hezar derbas kir û herî kêm 14 hezar û 500 kes jî pê mirine.

ALMANYA

* Li Almanyayê nêzî 142 hezar kes bi şewbê ketine û 4 hezar û 377 kes jê jê mirine.

HOLLANDA

* Li Holandayê 31 hezar û 500 kes bi şewbê ketin û zêdetirî 3 hezar û 601 kes jî pê mirine.

BELÇÎKA

* Li Belçîkayê hejmara kesên bi vîrûsê ketin bû 37 hezar û 183 kes. Heta niha 5 hezar û 453 kes jî pê mirine. Li gorî daneyan 23 hezar kes jî tên dermankirin.

SWÎSRE

* Li Swîsreyê jî zêdetirî 27 hezar û 400 kes bi şewbê ketine û ji van hezar û 344 kes pê mirine. Her wiha 9 hezar û 600 kes jî tên dermankirin.

ÎRAN

* Rayedarên hikûmeta Îranê dibêjin ku 80 hezar û 898 kes bi şewbê ketine û ji van 5 hezar û 31 kes pê mirine. Her wiha tê gotin ku nêzî 20 hezar kes jî tên dermankirin.

RÛSYA

* Li Rûsyayê hejmara kesên bi vîrûsê ketin zêde dibin. Li welat heta niha herî kêm 37 hezar kes bi vîrûsê ketine û 313 kes jî pê mirine. Her wiha 33 hezar û 400 kes jî tên dermankirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar