Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

‘Em lîstikên mêtingeran pûç bikin’

Ji Bo Yekîtiya Netewiya Kurdistan/Ewropa: Yekîtiya Neteweyî xizmetê ji gelê Kurdistanê û paşerojê re dike, sekna parçebûyî û şerê li dijî hev jî xizmetê ji dijmin re dike, pêşî li komkujiyan vedike.

Ji bo Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê / Ewropa daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bi navê partî û saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê em ji bûyerên li Xanakayê diqewimin bi fikar in. Di demekê de ku daxwazên ji bo yekîtiya neteweyî zêde bûn, rewşenbîr, hunermend û gel daxwazên xwe yên hêviya yekîtiyê bilind dikin, şerekî gengaz ên navbera partiyên Kurd bi kêrî dijmin tê û zerareke mezin dide paşeroja gelê Kurdistanê.

Di serî de Tirkiye welatên mêtinger ên li Kurdistanê hemû, ji bo pêşî li yekîtiya neteweyî ya Kurdan bigirin û nehêlin Kurd xurt bibin, serî li her lîstik û siyaseta qirêj didin. Bi vî rengî dixwazin Kurdan li ber hev rakin û şer derxînin. Yekîtiya Neteweyî xizmetê ji gelê Kurdistanê û paşerojê re dike, şer û sekan parçebûyî jî xizmetê ji dijmin re dike û rê li ber komkujiyan vedike.

Dewletên Tirkiye û Îranê ji bo serweriya xwe zêde bikin û Kurdan lawaz bikin, dixwazin ji vê rewşa şer sûdê werbigirin û armancên xwe pêk bînin. Ji bo pêşîgirtina li van polîtîkayên qirêj ên dijmin û pûçkirina wan, em bang li partiyên Kurdan hemûyan dikin ku vê meseleyê nekin krîz û şer û bi rêya diyalogê çareser bikin. Şer û krîz xizmetê ji dijmin re dikin, yekîtî û diyalog jî xizmetê ji Kurdistanê û gelê Kurdistanê re dikin.

Bi navê partî û saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê, ji bo pûçkirina lîstikên dijminên me yên dixwazin li Başûr pêk bînin, ji bo xurtkirina yekîtiya navbera Kurdan em ê 19’ê Nîsanê saet 16:00 li ser medya dîjîtal dest bi kampanyayê bikin. Em bang li Kurdistaniyan hemûyan dikin ku tevlî vê kampanyayê bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar