Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Malbatên Girtiyan: Girtî terkî mirinê kirin e

Malbatên girtiyan diyar kirin vîrûsa coronayê ketiye hundirê girtîgehan û xwestin Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê bikevin nava tevgerê û gotin: “Girtî terkî mirinê kirine. Divê demildest hemû werin berdan.”

Ji ber vîrûsa corona (Covît-19) li Tirkiyeyê hezar û 890 kes mirin û 82 hezar û 329 kes jî bi şewbê ketin. Vîrûs êdî ligirtîgehan jî belav dibe. Niha cihê herî talûke û bi xeter girtîgeh in. Ji ber vîrusa coronayê ket girtîgehan, ji girtîgehan mirî derketin û gelek girtî bi şewbê ketin. Lê hikumetê di qanûna înfazê de girtiyên siyasî derve hişt û yên edlî berdan. Malbatên girtiyan destnîşankirin ku vîrûsa coronayê ketiye hundirê girtîgehan û xwestin demildest hemû girtî bên berdan.

‘Kesê ku bi vîrusê ketin nebirin revîrê’

Keça Ayhan Çelîk ê 4 sal in di Girtîgeha Hejmara 1 a Xarpêtê de ye, Nazli Çelîk diyar kir ku girtî rastî pêkanînên derhiquqî tên û wiha got: “Ji ber agahiyên vîrusa coronayê yên ji girtîgehê tên em bi fikar in. Me zanîbû piştî ku tecawizkar hatin berdan, dê vîrusê têxin girtîgehan û di nava girtiyan de belav bikin. Kesên ku bi şewba vîrusê ketin nebirin revîrê. Rîsa ku gardiyan û bijîşk vîrusê li girtîgehê belav bikin pir zêde ye. Tu tedbîr nehatine girtin. Tedbîra lepik, rûpoş û malzemeyên paqijiyê jî nehatine girtin. Wezareta Dade hejmara girtiyên mirî got. Lê navê girtîgehan ne got. Di girtîgehê servekirî de şewba vîrusa corona heye. Em malbatên girtiyan bi fikar in.”

‘Divê demildest tedbîr werin girtin’

Bavê Sînan Amaç ê 3 sal in di Girtîgeha Hejmara 2 a Xarpêtê de de girtî ye, Alî Haydar Amaç jî da zanîn ku di girtîgehê de testa girtiyekê pozîtîf derketiye û wiha axivî: “Ji ber di girtîgehê de testa vîrusa coronayê ya girtiyekê pozîtîf derketî ye, dile girtiyan ne rehet e. Lawê min nexweşiya wî ya helîna hestiyan heye. Heta vê gavê nehatiye dermankirin. Em bang li Wezareta Dadê dikin. Ger ku sibê di girtîgehan de mirin çêbe hûn nikarin hesabê vê bidin. Em malbat bi fikar in. Girtî terkî mirinê tên kirin. Ji bo ku girtiyên siyasî li dijî Erdogan’in niha di girtîgehê de ne. Divê demildest tedbîr werin girtin û girtî werin berdan. Ji ber zextê zarokên me nikarin di telefonê de jî biaxivin.”

Ji malbatê bang 

Xwîşka Suat Sefer ê ku 5 sal in di Girtîgeha Hejmara 1 a Elezîzê de dimîne Ozlem Toprak jî destnîşan kir ku vîrusa coronayê ketiye girtîgehan û xwest Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê demildest bikevin nava tevgerê û got: “Bi qanûna înfazê kujerên jinan, çeteyên hişbirê hwd.  hatin berdan. Em wek malbat bi fikarin. Derbarê girtîgehan li benda daxuyaniyekê ne.” DERSÎM 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar