Bi şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) re ger gotin di cih de be jiyan li gel tevizî. Ji ber şewbê her kesî berê xwe da malên xwe û li hêla din jî dibistan û zanîngeh hatin girtin. Bi belavbûna şewbê re jiyana civakî êdî arasteyî medyaya civakî bû. Her wiha êdî perwerde jî kete nava jiyana dijîtalî. Bêguman xebatên hînkirin û pêşxistina zimanê kurdî jî ji van guherînan bi par e. Sazî û kesayetên ku bi xebatên zimanê kurdî ve mijûl, li ser medyaya civakî lez dan xebatên xwe. Balkêşe ku li ser medyaya civakî ji bo hînbûna zimanê kurdî daxwazeke zêde heye. Perwerdeyên ku li ser onlînê destpê kirin rastî eleqeyeke mezin tên. Li hêlda din ji bo pirtûkên bi kurdî jî daxwazeke zêde heye.
Mînak, Enstîtûya Zimanê Kurdî ji bo dersên onlînê di 6’ê nîsanê de ji bo kesên ku bixwazin kurdî hîn bibin re danebihîziyek parve kiribû. Piştî parvekirina enstîtuyê di nava nîv rojê de zêdetirî hezar kesî serî li dersên onlinê dan. Enstîtuyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ji ber ku hejmara serlêderan hezar derbas kiriye, serlêdan ji bo demekî hatine sekinandin û dê di rojên pêş de hewl bidin qurseke din a onlînê vekin û serlêdanan qebûl bikin.
‘Malbat zarokên xwe hînî kurdî dikin’
Têkildarî zêdebûna eleqeya ji bo ziman û pirtûkên kurdî, xebatkarên pirtûkxaneyên Lîlav û Pirtûkurdî yên li Amedê bi e-rojnameyê re axivîn. Xwediyê Pirtûkxaneya Pirtûkakurdî Bawer Berşev diyar kir ku 20 roj berê bi destpêkirina şewbê re gel ji pirtûkan dûr ketiye û wiha got: “Pirtûk nedihatin firotin. Niha jiyana derve nîne û gelek malbat êdî perwerdeya zarokên xwe li malê didomînin. Lê tişta herî zêde mirov kêfxweş dike ew e ku edî malbat zarokên xwe hînî zimanê kurdî dikin.”
‘Herî zêde pirtûkên bi kurdî tên tercîhkirin’
Bi domdarî jî Berşev da zanîn ku pirtûkên herî zêde tên xwendin ên hînkirina zimanê kurdî ne û wiha domand: “Di nava van 20 rojan de tişta herî bala me dikişîne ew e ku pirtûkên hînkirina ziman ên zarokan, yên weke çîrok û romanên bi kurdî herî zêde têne tercîhkirin. Ji pirtûkên tirkî jî herî zêde roman û pirtûkên lêkolînê yên li ser dîroka kurdan tên firotin. Ev jî nîşan dide ku kurdên xwe vekişandin malê ji ewil pirtûkên kurdî yên zarokan û piştre jî yên dîroka xwe dixwînin. Helbet ne tenê li welat, li derveyî welêt jî ev pirtûk tên xwestin.”
Xebatkarên Pirtûkxaneya Lîlavê jî destnîşan kirin ku di nava pêvajoya şewba vîrûsa koronayê de herî zêde pirtûka fêrkirina zimanê kurdî ya bi navê ‘Hînker’ ji wan tê xwestin. Xebatkaran daxuyand ku di heman demê de herî zêde romanên bi kurdî û tirkî tên firotin. AMED