Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Salih Muslim: Divê tu hêzên kurd neyên lîstika dijminan

Hewldana PDK’ê ya li herêma Zînî Wertê ji hêla raya giştî ya gelê kurd ve rastî bertekên tund tê. Ji gel heta saziyên civaka sivîl, ji hunermendan heta siyasetmedar hema hema seranserî raya giştî ya kurd dibêjin ku divê hêzên PDK’ê ji herêma Zînî Wertê vekişin û hêzên kurd aloziya heyî bi rêyên guftûgoyê çareser bike. Têkildarî mijarê endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim jî ji ANHA’yê bi Şervîn Mûstefa û Ehmed Mihemed re axivî.

Salih Muslim diyar kir ku dijminê aliyekê kurdan, dijminê tevahiya kurdan e û wiha got: “Lîstikên ku niha li Zînî Wertê di pratîkê de, dijmin ev 170 sal in li dijî kurdan dilîze. Dijminên kurd her tim xwestiye ku bi şerê navxweyî ango şerê birakujiyê kurdan têk bibin. Ya ku niha li Zînî Wertê rûdaye jî beşek ji vê planê ye. Çi li Rojava û çi ji li Başûr an jî devereke din a Kurdistanê, dijmin bêexlaqî û bêrêgez tevdigerin. Lê divê em kurd rê nedin van lîstikên dijminan. Em ji her kurdek û bi taybetî jî ji fermandaran rîca dikin ku rê li ber êş û azarên nû venekin. Dijmin her xwestiye ku kurd li ser hesabê xwîna birayên xwe, berjewendiyên xwe pêk bînîn. Divê em ji vê qirêjiyê dûr bikevin. Haya gel ji qirêjiya li Zînî Wertê heye û dê rê nede vê planê.”

‘Hemû mijar dikarin bi diyalogê bên çareserkirin’

Muslim destnîşan kir ku çi dibe bila bibe divê kurd li hemberî hev çekan ranekin û wiha pê de çû: “Hemû mijar dikarin bên çareserkirin. Neçareserî, karê partiyên paşketî ne. Em di wê baweriyê de ne ku heger aliyên kurd li ser maseyê rûnin, dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Hêvîdarim ku fermandarên Başûr bikevin cidiyeta rewşa heyî û agirê ku dijmin hewl dide pêxe, vemirînin.”

‘Dijmin hemû rêyên kirêt diceribîne’

Di berdewamê de jî Muslim ev tişt anî ziman: “Dijmin hewl dide hin aliyan bixe nava şaştiyan ku kurd şerê hev bikin. Ev çi bi destê pêşmergeyan, çi bi destê Pêşmergeyên Roj an jî hêzeke din dibe. Dijmin ji bo armancên xwe hemû rêbazên kirêt bi kar tîne. Dibe ku hêzên navdewletî jî bi dijmin re ne. Ji ber ku weke li dijî kurdan li hev kiribin, bêdeng in. Ji ber vê jî divê em destê xwe bidin hev û li ser maseya diyalogê kom bibin.”

‘Kurd kengî nêzî hev bibin êrîş zêde dibin’

Bi domdarî jî Muslim bi bîr xist ku kengî kurd nêzî hev bibin, êrîşên li dijî kurdan jî zêde dibin û ev nirxandin kir: “Ji ber ku dijmin her tim ji tifaqa kurdan ditirsin. Di demên dawî de gelek xebatên erênî çêbûn. Dijmin jî bi şerekî navxweyî hewl dide agirê fitneyê pê bixe. Mijar ne girêdayî parçeyekê Kurdistanê ye. Ji ber ku armanca dijmin tunekirina kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê ye. Dewleta faşîst a tirk vê dike. Lewma divê em şiyar bin.”

Salih Muslim daxuyand ku gelê kurd êdî hatiye naskirin û xwedî destkeftiyane û wiha pê de çû: “Dewletên cîhanê û yên ewropî hewl didin mafên gelê kurd ên dîrokê bidinê û li ser çawaniya nêzikirina aliyên kurd dixebitin. Ji ber ku kurdan xwe ji cîhanê re îspat kir. Ji ber ku wan jî dît ku yekitiya kurdan bêhtir bi kêrî berjewendiyên wan tê. Ji ber vê jî heke aliyekî kurd pişt bide van hewldanan û li kirinên xwe yên berê vegere û xwe bispêre tirk, ereb û farisan, dê destkeftî bikevin xetereyê û rêzdariya ji gelê kurd re jî nemîne.”

Banga ji bo rewşenbîr û gelê kurd

Herî dawî jî Muslim ev tişt destnîşan kir: “Her partiyeke kurd a dixwaze xizmeta gelê xwe bike, divê li gorî berjewendiya vî gelî tevbigere. Nivîskar û rewşenbîr wijdana gel in. Divê ew biaxivin û biryarên gel rave bikin. Divê nebin alîgirên hêzekê. Em di pêvajoyeke dîrokî de ne. Hêviya me ji wan ew e ku bi erka xwe rabin. Her wiha divê gelê me dengê xwe bilind bike. Divê rastiyê hîn bibin û li gorî wijdana xwe tevbigerin. Doz ne tenê doza Başûr e. Dijmin dixwaze me hemûyan tune bike. Dijminên me êdî bûne gur û laşê gelê me parçe dikin. Dijmin li me nayê rehmê.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar