PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Li Mûşê jî kêlên gorên gerîlayan hatin şikandin

Piştî Wanê li Mûşê jî kêlêkên goran ji aliyê leşkeran ve hatin şikandin. Parlamenterê HDP’ê Mensûr Işik, şikandina kêlêkên goran bir rojeve meclisê û pirs kir ku hikumet bi şikandina kêlêkên goran çi armanc dike.

Leşker û polîsên dewleta tirk di 16’ê nîsanê de li navend û navçeyên Wanê li ber çavên malbatan, kêlên gorên gerîlayên di şer de jiyana xwe ji dest dane li ber çavên malbatên wan şikandin. Ev pêkanîna dermirovî li bajarên din ên bakurê Kurdistanê jî di meriyetê de ye. Hat zanîn ku piştî Wanê, li Mûşê jî leşker û polîsa li taxan geriyan û hem malbatên ku zarokên wan di şerde jiyana xwe ji dest dane û hem jî gorên wan qeyd dikin.

Li gorî agahiyan, di 17’ê nîsanê de li gundê Tatazgazî yê Melezgirt a Mûşê kêlên 2 goran û duh jî li gundê Sûlûca yê Mûşê kêlên 2 goran li ber çavên malbatên wan hatin şikandin. Hat zanîn ku leşkeran ji ewil wêneyên goran kişandin û piştre jî kêlên wan şikandin.

Têkildarî mijarê parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik, şikandina kêlên gorên Îkram Sîdar, Serkan Çokşen, Meryem Akpolat û Serhat Akpolat bi pêşnûmepirsekê xist rojeva meclisê. Işık xwest ku bê zanîn bê ka hikûmet bi çi armancê kêlên goran dişikîne û xwest ku wezîrê karên hundir der barê mijarê de daxuyaniyekê bide. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar