Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

PENa Kurd: Li dijî planên dijminan şiyar bin û diyaloga navxweyî pêş bixin

Navenda Nûçeyan |

Navenda Pena Kurd têkildarî qewimînên dawî yên li Kurdistanê daxuyaniyek da û banga diyalogê li hêzên siyasî yên kurd kir.

Daxuyaniya PENa Kurd wiha ye:

“Ev çend sal in, ewrên reş li ser welatê me digerin, hêviyên yekrêzî û yekgirtina kurdan ên ku di navbera salên 2013 û 2015’an de geş bûbûn, bi karesatên ku hatin serê kurdan kiz û kêm bûn. Li bakurê Kurdistanê şer û lêkdanan ji nû ve dest pê kir, piştre jî şerê li bajaran û komkujiyên ku li bajaran pêk hatin. Li seranserî herêmê êrîş û komkujiyên ku bi destên DAIŞ’ê pêk hatin; bû sedema qirkirina kurdên êzdî û li pey wê jî êrîşa li ser Kobanê hat. Li başûrê Kurdistanê piştî referandûma serxwebûnê dagirkirina Kerkûkê û herêmên ku piştî şerê li dijî DAIŞ’ê ketibin destên kurdan. Li rojavayê Kurdistanê dagirkirina Efrînê, êrîşên din. Li rojhilatê Kurdistanê zilm û zora ku li ser gelê me tê meşandin, wekî mînak herî dawî bidarvekirina pêşmergeyê berê Mistefa Selîmî ye.

Ev hemû bûyer tiştekî nîşan didin; heke kurd dixwazin li Rojhilata Navîn bibin hêzek û çarenûsa xwe bi destê xwe diyar bikin, divê yekgirtin û yekrêziya xwe pêk bînin, nakokî û dubendiyên navxweyî, cudatiyên bîr û baweriyê olî, siyasî bidin aliyekî û li ser rêgezên demokratîk hevgirtin û hevkariya navxweyî pêk bînin. Helbet ev ne karekî hêsan e, di serî de welatên dagirker, gelek hêzên derekî û navxweyî li ber vê yekê dibin asteng, lê belê heke kurd dixwazin wekî pêkhateyeke serbixwe di herêmê de bidomînin pêkanîna yekitî û yekrêziyê pêdiviyeke bivênevê ye.

Lewma jî di van rojên reş da em wekî Navenda PENa Kurd bang li hemû aliyên siyasî dikin ku li hemberî dek û dolabên dagirkeran hişyar bin, ji bo çareseriya kêşe û pirsgirêkên navxweyî rêya diyalog û danûstandinên aştiyane bidin ber xwe.

Radestkirina Mistefa Selîmî

Berî her tiştî divê tu aliyên siyasî danûstandinên xwe yên bi dewletên dagirker re li ser hesabê aliyekî din bi rê ve nebin û divê bi tu awayî nebin navgîn û destikên dagirkeran. Wekî mînak jî em dişên bûyera welatparêzê ji rojhilatê Kurdistanê Mistefa Selîmî bidin. Li gorî hinek çavkaniyan Mistefa Selîmî li bajarê Pencêwînê hatiye girtin û radestî hêzên Îranê hatiye kirin. Hewce ye ev bûyer demildest were zelalkirin û heke bi rastî jî ew hatibe radestkirin divê berpirsên bûyerên werin cezakirin. Pêwîst e êdî kurdên azadîxwaz bi destên kurdan radestî dewletên dagirker neyên kirin.

Ambargoya li ser Mexmûrê

Her wiha ev çend meh in li ser kampa penaberan a Mexmûrê jî gemaroyek heye. Ji ber vê yekê gelê me yê li kampê gelek zehmetiyan dikêşe. Li gorî baweriya me, pêwîst e ew jî di zûtirîn demê da were bidawîkirin û rê li ber êrîşên dewleta tirk ên li ser kampê were girtin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar