Navenda Nûçeyan |
Koordînasyona Giştî ya Yekitiya Ragihandina Demokratîk (YRD) bi wesîleya 122’yemîn Roja Rojnamegeriya Kurd daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya YRD’ê wiha ye:
“Bi wesîleya çapbûna yekemîn rojnameya kurd di sala 1898’an de li Qahîreyê, roja 22’yê nîsanê weke Roja Rojnamevanên Kurd hate ragihandin. Dewleta tirk polîtîkayên xwe yên qirkerî û mêtingeriyê yên li dijî kurdan mîna ku li her qadê dimeşîne, li qada çapemenî û weşanê jî bi rengekî berfireh dewam kir. Destûr neda ku weşan û navgînên ku cih bide ziman, nêrîna siyasî û çanda kurdan ku bên weşandin. Her ku berxwedana kurdan a ji bo hebûnê dewam kir, li qada çapemenî-weşanê jî xeteke demokratîk û azad afirî û ev kevneşopî gihîşt vê serdemê.
Ji aliyê rojnamevaniya Kurdistanê û dîroka wê ya çapemenî-weşanê ve, ji rojnameya Kurdistanê heta kovara Hewarê û rojnameya Îlerî Yurt pêvajoyek derbas bû. Lê belê bi rojnameya Serxwebûnê re ku di cotmeha sala 1978’an de hejmara wê ya destpêkê çap bû, dîroka çapemeniya kurd bû xwedî nasnameyeke demokratîk û azad. Her ku têkoşîna hebûnê ya kurdan veguherî têkoşîna azadiyê, nasnameya çapemeniya azad û demokratîk jî bû xwedî karakterekî civakî, rêxistinî û xurt û bi berdêlên giran kevneşopiyeke qewîn hate afirandin. Bi navê Yekitiya Ragihandina Demokratîk (YRD) em 22’yê Nîsanê Roja Rojnamevanên Kurdistanê weke dîrokekê dibînin ku kevneşopiya Serxwebûnê hîn bi xurtî dikare bê domandin.
Şehîdên çapemeniyê bi bîr anî
Bi vê wesîleyê em bi rêzdarî û bi hezkirinê Rêber Apo silav dikin ku di afirandina kevneşopiya çapemeniya azad de keda xwe mezin e, di avakirina televîzyona destpêkê ya kurd Med TV û televîzyonkariya kurd de bi hesasiyeteke mezin ked da, ji aliyê îdeolojîk, teorîk û fikrî ve rê nîşan da, pêşî li pêşketina çapemeniya nivîskî, guhdarî û dîtbarî vekir û di nava şert û mercên giran ên Îmraliyê de silavên xwe ji kedkarên çapemeniyê re şand. Ji Apê Mûsayan heta Mazlum Dogan, Gurbetellî Ersoz, Selçûk Şahan, Denîz Firat, Qadrî Bagdu, Nûjiyan Erhan, Rizgar Denîz, Seed Ehmed û Mihemed Hisên Reşo û bi dehan şehîdên me yên çapemeniyê, bi minet bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê pênûs, mîkrofon û kameraya wan li erdê nehêlin.
‘Têkoşîna veguherîna civakî ya azadiya jinê erka me ye’
Di vê demê de ku cîhan li dijî vîrûsa koronayê têdikoşe, ji bo agahdarkirina civakê wezîfeyên girîng dikevin ser milê kedkarên çapemeniyê. Beriya her tiştî berpirsyariya bingehîn a çapemeniya azad e ku ji bo tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêber Apo bixebite, têbikoşe û hişmendiya wê yekê biafirîne ku ev yek nirxê sosyalîst demokratîk e û xizmetê ji tevahiya mirovahiyê re dike. Li gel vê yekê ji berpirsyariyên me ne ku em karekterê nexweş ê sîstema modernîst kapîtalîst aşkera bikin ku li nava civakê nexweşiyan belav dike û di vê mijarê de civakê agahdar bikin. Wezîfeya me ye ku em civakê ji kapîtalîzmê û nexweşiyên wê biparêzin, bikin ku civak bi nirxên xwe û hêza xwe hebûna xwe bidomîne û hişmendiya ‘tunekirina xwezayê tunekirina mirovahiyê ye’ bidin civakê. Her wiha wezîfeya me ye ku li dijî bikaranîna bêserûber a xwezayê ji bo qezencê, seknekê biafirînin, feraseta ku jiyana bi hev re biafirînin, li dijî bajarên mezin ên bûne mîna kanserê jiyana li gundan û li xakê ava bikin. Erka me ye ku em têkoşîna veguherîna civakî ya azadiya jinê bimeşînin û hewl bidin hişmendiya vê yekê bikin şêweyê jiyana bingehîn. Her wiha wezîfeya me ye ku em hişmendiya jiyana azad, xweser a civakên etnîkî û baweriyê biafirînin. Afirandina hişmendiya jiyaneke zarokan a bi çand û zimanê xwe wezîfeya me ye.
Zextên dewleta tirk ên li ser rojnamegeran
Li Tirkiyeyê sûcê herî giran ew e ku mirov rastiyê nîşanî civakê bidin, yanî rojnamevantî ye. Ji ber vê yekê bi sedan rojnamevan li zindanan e. Li dinyayê Tirkiye yek ji welatên sereke ye ku herî zêde rojnamevan lê girtî ne. Li tevahiya cîhanê ku bi wesîleya vîrûsa koronayê girtî tên berdan, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê di serî de rojnamevan her kesên bi rengekî azad difikirin li zindanê dihêle, wan mehkûmî mirinê dike û qanûneke înfazê ya bi vî rengî amade kir. Bi vê qanûnê re biryara qetilkirina rojnamevanan hate dayin. Çapemeniya azad û demokratîk, li dijî vê desthilatdariya ku biryara komkujiyê daye wê têkoşîna xwe heta hilweşandina vê desthilatdariyê bidomîne.
Di serî de rojnamevan sazî û navgînên çapemenî û weşanê hemû di nava astengî û zehmetiyan de ye. Lê belê wezîfeya bingehîn a çapemeniya azad e ku van zor û zehmetiyan têk bibe, kelehên modernîteya kapîtalîst têk bibe, xefikên lîberalîzmê bibîne, nekeve nava van xefikan û xefikan ji hev bixe.
‘Heta azadiya Kurdistanê dê ev têkoşîn bidome’
Çapemeniya azad û demokratîk li dijî zexta faşîzmê ji pîvanên xwe tawîzê nade û rêya xwe dewam dike. Bi nûçeyên xwe, bi analîzên xwe, bi dîmen û wêneyên xwe li dijî faşîzmê têkoşîneke mezin dimeşîne û dikin ku rastiyên di nava tarîtiyê de hatine hiştin ronî bibin. Di serî de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dê têkoşîna xwe ya li dijî zilm û zordariyê li her qadê dewam bike. Şopdarên kevneşopiya çapemeniya azad dê li çar parçeyên Kurdistanê û her devera cîhanê israra xwe ya di kevneşopiya çapemeniya demokratîk û azad de bidomînin. Ev têkoşîn dê heta hilweşandina faşîzmê, heta azadiya Rêber Apo, avabûna Kurdistana azad û demokratîk dewam bike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di avakirina civaka demokratîk de dê bi roleke girîng rabe û êrîşên hêzên mêtinger û qirker ji civakê re ragihîne. Li rojhilatê Kurdistanê dê her tim bibe dengê civakê. Dê zextên hêzên serdest ên li ser navgînên çapemenî û weşanê yên kurd qebûl neke, têkoşîna xwe ya aşkerakirina rastiyan heta demokratîkkirina başûrê Kurdistanê bidomîne.
Li ser vê bingehê em careke din Roja Rojnamevanên Kurdistanê li hemû rojnamevanên Kurdistanê yên têkoşîna azadiyê dimeşînin pîroz dikin, ji Mazlum Dogan heta Gurbetelliyan li pêşberî bîranîna şehîdên kedkarên çapemeniyê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û bang dikin ku ji bo bîranîna wan karê şoreşgerî bê meşandin. Bi hêviya serkeftinê.”