Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dewleta tirk 600 malbatên çeteyan veguhezandin Girê Spî

Navenda Nûçeyan |

Dewleta tirk piştî ku gelek herêmên bakurê Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê dagir kirin, weke karê destpêkê lez da guherandina demografyaya herêmê. Di vê çarçoveyê de ji Serêkaniyê heta Girê Spî, Ezaz, Cerablus, Efrîn û herêmên din, bi sedhezaran malbatên çeteyan û tirkmenên ji deverên cuda yên cîhanê û Sûriyeyê li van herêman bi cih kirin.

Hat zanîn ku herî dawî jî dewleta tirk konvoyeke ku ji 151 wesayîtan pêk dihat ên çeteyan û malbatên wan, ji Cerablusa dagirkirî ber bi Girê Spî ve veguhestin. Konvoy ji 137 wesayît û 14 otobusan pêk dihat. Walîtiya Dîlokê jî têkildarî mijarê daxuyanî da û îdîa kir ku kesên di konvoyê de ji Girê Spî ne, lê li Cerablusê dijîn.

Walîtiyê diyar kir ku di 20’ê nîsana 2020’an saet di 15.30’an de bi 137 wesayît û 14 otobusan ev kes veguhestine Girê Spî. Çavkaniyên herêmî jî diyar kirin ku nêzî 600 malbatên çeteyan hatine veguhestin.

Hate diyarkirin ku dewleta tirk ev malbatên çeteyan berê ji Xûtaya Rojhilat, Hums û Idlibê anîbûn. Çavkaniyên li Cerablusê jî destnîşan kirin ku dewleta tirk ji bo şandina Girê Spî dest bi qeydkirina navên malbatên çeteyan kiriye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar