Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

‘Hêzên kurd ne ji bo şerê birakujiyê, ji bo parastina Kurdistanê hene’

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso têkildarî mijarên Zînî Wertê û planên dewleta tirk ên ji bo têkbirina Tevgera Azadiyê ya Kurd ji ANHA’yê bi Ekrem Berekat û Botan Hisên re axivî.

Xerîb Hiso ji ewil bal kişand ser rewşa li Zînî Wertê û wiha got: “Ji ber ku Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) hêzên xwe li Zînî Wertê kom kir, rewşa herêmê krîtîk bû. Ev alozî xizmetê ji doza gelê kurd re nake û encamên wê dê nebaş bin. Em wisa dibînin ku ger ev nakokî bidomin dê şer dest pê bike. Gelê Zînî Wertêyê ev talûke dît û ji ber vê jî bertek nîşan dan. Plana dewleta tirk ew e ku vê aloziyê zêde bike û destkeftiyên kurdan têk bibe. Ji ber vê heke destwerdaneke leşkerî çê bibe, dê bandorê li destkeftiyên kurd û Kurdistanê bike.”

‘Armanca dewleta tirk xwegihandina Mûsil û Şengalê ye’

Hiso piştre jî bal kişand ser daxuyaniya KCK’ê û ev tişt anî ziman: “PDK ne bi tenê ye. Şirîkê wê heye ku ew jî dewleta tirk a dagirker e. Lê ya ku PDK li Zînî Wertê dike tiştekî nû nîne. Li Şêladizê jî baregehên dewleta tirk ava kirin. Gelê Şêladizê û Başûr bi têkoşîna xwe tê naskirin. Wan jî xetereya PDK’ê fêm kir û serî hildan. Qereqol û tankên dewleta tirk şewitandin. Lê PDK’ê bi darê zorê ji bo dewleta tirk noqte ava kir. Niha dixwaze heman tiştî li Zînî Wertê bike. Dewleta tirk bi hinceta parastina hin tirkan, tev li şerê Lîbyayê bû. Bi rêya îxwaniyan destwerdana Yemenê kir. Bi rêya çeteyên sûrî û DAIŞ’ê xaka Sûriyeyê dagir kir. Bi rêya DAIŞ’ê derbasî Iraqê bû. Gelo bi destê kê kete başûrê Kurdistanê û armanca wê çi ye? Armanca wê xwegihandina Mûsil, Enbar û Şengalê ye.”

‘Divê hêzên kurd planên dewleta tirk têk bibin’

Di berdewamê de jî Hiso diyar kir ku bûyerên li Zînî Wertê diqewimin xeternak in û wiha pê de çû: “Rêbazekî dagirkeriyê yê cuda ye. Dixwazin noqteyên tirkan ava bikin û herêmên kurdan ji hev parçe bikin. Ji ber vê jî divê hêzên kurdistanî, bi taybet jî yên Başûr vê xetereyê baş bibînin. Hinek alî îdia dikin ku parastina Kurdistanê bi destê tirkan pêkan e. Nexêr, divê hêzên kurd ên li Başûr nakokiyên xwe bidin aliyekî û planên dewleta tirk têk bibin. Dewleta tirk li Idlibê noqteyên xwe ava kirin û rejîm nikare jê derxîne. Gelo piştî têkbirina hêzên kurdî dê PDK bikare noqteyên dewleta tirk ji Başûr derxîne?”

‘Dema PDK banga alîkariyê dikir rewa bûn lê niha çima nerewa ne?’

Der barê daxuyaniya serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku di got; ‘PKK li Başûr hêzeke rewa nîne’ jî Hiso ev nirxandin kir: “Mixabin ev daxuyanî aloziya heyî kûrtir dike. Hebûna gelê kurd înkar dikin û rewabûnê didin dagirkeriya dewleta tirk. Ev ji xwe xetereyeke mezine ku xizmetê ji doza kurdan re nake. Çima PDK’ê di sala 2014’an de ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê alîkarî ji PKK’ê xwest? Çima hebûna vê hêzê li Şengal, Mexmûr, Celawla, Saadiyê, Dibis, Kerkûk û Hewlêrê rewa di dît lê niha nabîne? PDK bi xwe re di nava nakokiyan de ye. Wê demê Mesûd Barzanî çû Mexmûrê û spasiya HPG’ê kir. Wê demê rewa bû lê niha rewa nîne? Ev çi nakokiye. Dema mijar dibe siyasî û komployên qirêjî, van hêzan rewa nabîne. Ev yek xetereyeke mezin e ku divê mirov li ser bisekine.”

‘Gelo PDK li pey zindîkirina xeyala kê ye’

Bi domdarî jî Hiso daxuyand ku dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê, hedefgirtina temamiya Kurdistanê ye û wiha derbirî: “Par Şêladizê bû, îsal Zînî Wertê û piştre jî dê Çiyayê Ranya, Çiyayê Carqorna, Qendîl an jî Senkeserê be. Em baş dizanin ku dewleta tirk li pey zindîkirina xeyala osmanî ye. Lê gelo PDK li pey zindîkirina xeyala kê ye. Hevkariya PDK’ê ya bi dijmin re rast nîne. Tevgera azadiyê îradeya gelê kurd e û li her deverê ye. Li ku dera Kurdistanê xetere hebe, li wir in. Divê hemû partiyên kurdan helwestê nîşanî vê nêzikatiya PDK’ê bidin. Diviya bû me niha ne ev alozî, yekitiya neteweyî nîqaş bikira.”

Ji bo partî û rêxistinên kurd bang

Herî dawî jî Xerbî Hiso wiha got: “HPG, pêşmerge û hemû hêzên kurd ji bo parastina kurdan û Kurdistanê hatine avakirin. Ne ji bo şerê birakujiyê. Divê hemû partî û rêxistinên kurd pêşî li qirkirina li Zînî Wertê bigirin, yekitiya xwe ava bikin û nehêlin ku dewleta tirk li wir baregeha xwe ava bike. Zêdebûna baregehên dewleta tirk, tê wateya parçekirina yekitiya kurdan. Gelê Başûr ku duh di bin zilma Sedam de dinaliya, dê niha jî bikeve bin zilma Erdogan. Em weke TEV-DEM’ê banga helwesteke neteweyî dikin û destekê didin înîsiyatîfên yekrêziya kurdî.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar