Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Salı - 1 Ekim 2024

Dayikên Başûr banga hevgirtinê li hêzên kurd kir

Ji ber rewşa li Zînî Wertê rûdaye, gelê kurd li her çar parçeyan û li derveyî welat di nava fikaran de ne. Heta niha gelek derdorên cuda ji bo ku ev alozî ji holê rabe û hêzên pêşmerge ji wir vekişin banga diyalogê li hêzên kurd kirin. Niha jî dayikên başûrê Kurdistanê axivîn û xwestin ku kurd tifaqa xwe xurt bikin û rê nedin dagirkeriya dewleta tirk.

Dayika bi navê Mîna Ehmed ji ewil neyekhelwestiya aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê rexne kir û wiha got: “Divê em rabirdûya xwe bînin bîra xwe. Hîn li bîra min de ye ku beriya raperîna Başûr, dijmin dihat heqaret li me tevan dikir. Ez banga yekgirtinê li hêzên kurdî dikim. Dema kurdek li cihekî tê kuştin ez gelek xemgîn û dilgiran dibim. Em dayik jî naxwazin cergê me bişewite. Em ji çar parçeyên Kurdistanê re serkeftin û aştiyê dixwazin. Ger em hev bigirin, dijmin nikare tiştekî bi me bike.”

‘Ger gerîla nebûya dê DAIŞ’ê çiyayên Kurdistanê jî dagir bikira’

Bi mijarê têkildar dayika Zuhre Kerîm jî diyar kir ku dewleta tirk a faşîst li dijî hemû gelê kurde û wiha domand: “Dixwaze Hewlêr, Kerkûk, Şengal û cihên din dagir bike û bi ser nexşeya Tirkiyeyê ve berde. Ji ber vê divê em li dijî kuştin, bombekirin û hebûna dewleta tirk a li Başûr bin. Lê mixabin em ne yekin. Ger em yekbûna û me hev bigirta, dê kesê nekarîba xwîna me birijanda. Ger gerîla li çiyayên Kurdistanê nebûya, dê çeteyên DAIŞ’ê çiyayên Kurdistanê jî bigirta. Di vê çarçoveyê de daxwaza min ewe ku şerê birakujiyê çênebe û xwîna tu kurdekî neyê rijandin.”

‘Destûrê nedin dewleta tirk’

Dayika bi navê Bêrîvan Mihemed jî destnîşan kir ku daxwaza wê ya ji ewil ew e ku şerê birakujiyê çênebe û wiha axivî: “Dewleta tirk bi vê planê dixwaze derb li gerîla û gelê kurd bixe. Bila dijmin baş bizane ku çend ji me bên kuştin, em hîn zêdetir bi doza xwe ve tên girêdan û îradeya me xurtir dibe. Ji bo vê bang li aliyên siyasî yên kurd dikim ku rê nedin dewleta tirk ku çiyayên başûrê Kurdistanê bombebaran bike, balafirên dewleta tirk bi ser bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê re bigerin û gel, gerîla û pêşmerge şehîd bixin.” SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar