Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bîlançoya dawî ya koronayê: 184 hezar û 640 kes bi şewbê mirin

Navenda Nûçeyan |

Zanîngeha Johns Hopkînsê da zanîn ku li gelemperiya cîhanê li gorî saeta Ewropayê saet 15:00’an û şûnde, nêzî 2 milyon û 650 kes bi şewba koronayê ketine. Zanîngehê destnîşan kir ku ji vanan 184 hezar û 640 kes jî mirine. Lê ji ber ku test bi sînordar tên kirin, tê texmînkirin ku hejmara kesên bi şewbê ketine û ji ber wê mirin hîn zêdetir e.

Yek ji parzemîna ku şewb herî zêde lê belav bûye, Ewropa ye. Li gorî daneyên fermî, ji saet 07:00’ê heta niha li Ewropayê milyonek û 276 hezar û 161 kes bi şewbê ketine û ji van jî 113 hezar û 855 kes jî pê mirine. Di rêza duyemîn de jî DYA û Kanada tên. Li gorî daneyan, 882 hezar û 814 kes bi şewbê ketine û ji van 48 hezar û 859 kes jê pê mirine. Li Asyayê jî 183 hezar û 737 kes bi şewbê ketine û ji van 7 hezar û 495 kes jî pê mirine. Li Amerîkaya Latîn û Karayîpan jî 122 hezar û 630 kes bi şewbê ketine û ji van 6 hezar û 166 kes jî mirine. Li Rojhilata Navîn jî 138 hezar û 672 kes pê ketine, 5 hezar û 992 kes jî mirine. Li Efrîqayê 25 hezar û 796 kes pê ketine û ji van hezar û 243 kes jê mirine. Li Okyanûsyayê jî 7 hezar û 943 kes pê ketine û heta niha 97 kes bi şewba koronayê mirine.

Bîlançoya çend welatiyan wiha ye:

* DYA: 843 hezar û 624 kes bi şewbê ketine û ji van 46 hezar û 785 kes mirine.

* ÎTALYA: 187 hezar û 327 kes pê ketine, 28 hezar û 85 kes jê mirine.

* SPANYA: 213 hezar û 24 kes bi şewbê ketine û 22 hezar û 157 kes mirine.

* FRANSA: 155 hezar û 860 kes pê ketine û ji van 21 hezar û 340 kes mirine.

* INGILISTAN: 133 hezar û 495 kes bi şewbê ketine û heta niha 18 hezar û 100 kes mirine.

* TIRKIYE: Li gorî daneyên Zanîngeha Johns Hopkînsê, Tirkiye di hejmara kesên bi şewbê ketin de di rêza 7’emîn de ye. Li gorî daneyên duh, li Tirkiyeyê 2 hezar û 376 kes mirine û 98 hezar û 674 kes jî bi şewbê ketine.

* ÇÎN: Li gorî daneyên fermî yên Çînê 83 hezar û 978 kes bi şewbê ketine û 4 hezar û 632 jî mirine. Lê The Lancet ku kovarekî akademiye encama lêkolînekê parve kir û diyar kir ku hejmara rast çar qatê ku daneyên Çînê parvekiriye.

* ÎRAN: Li Îranê li gorî daneyên fermî 87 hezar û 26 kes bi şewbê ketine û 5 hezar û 481 kes jî mirine. Lê li gorî çavkaniyên muxalîfan, herî kêm 33 hezar û 800 kes mirine.”

Midûrê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesûs têkildarî mijarê wiha got: “Em xwe nexapînin; hê jî rêyek dûr û dirêj li pêşiya me heye ku derbas bikin. Wê demek dirêj ev vîrûs li gel me bimîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar