Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Leşkeran gefa rûxandina goran û revandina cenazeyan li malbatan xwar

Dewleta tirk êrîşên xwe yên li dijî gorên gerîlayên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane didomîne. Di vê çarçoveyê de kêlên gorên gerîlayan li ber çavên malbatên wan dişikîne.

Hat zanîn ku li Farqîn a Amedê fermandariya cendirmeyan bi telefonê bang li malbatên gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane kir da ku biçin qereqolê û der barê goran de îfade bidin. Li malbatên ku venxwendin qereqolê jî gef xwarin.

Li gorî agahiyan, leşkerên tirk ji malbatan xwest ku tîpên X, W, Q yên di alfabeya kurdî de li ser kêlên goran rakin. Malbatên ku gorên zarokên wan li taxên Saglik, Kureşa û Miraliyê ne da zanîn ku di roja pêncşemê de bangî wan hatiye kirin û li qereqolê gef li li wan hatiye xwarin. Hat gotin ku serleşkerê qereqolê ji malbat û keyayan re gotiye ku li ser kêlan ji bilî navên gerîlayan ên li ser nasnameyê û paşnavê wan, tu nav û nasnavekî dî dê qebûl nekin.

Gefa dermirovî

Hat zanîn ku li ser vê yekê jî malbatan bertek nîşan dane û rastî êrîşa leşkeran hatine. Çavkaniyan diyar kir ku serleşkerê qereqolê hem bi telefonê û hem jî li qereqolê gef li malbatan xwariye û gotiye: “Hûnê kêlên goran bişikînin. An na em ê goran xira bikin û cenazeyan wan jê derxînin. Piştî ku we kêlên goran şikand hûn ê wêneyê wan ji me re bişînin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di nîviya nîsanê de jî li Wan û navçeyên wê yên Payîzaxa, Bêgir, Serey û Qerqeliyê jî leşkerên tirk kêlên gorên gerîlayan li ber çavên malbatên wan şikandibûn. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar