Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Heta niha nêzî 200 hezar kes bi şewba koronayê mirine

Navenda Nûçeyan |

Şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) pêl bi pêl li cîhanê berbelav dibe. Li gorî saeta Ewropayê saet 15:00’an heta niha, ji ber şewba koronayê li tevamamiya cîhanê 2 milyon û 748 hezar kes bi şewbê ketine û ji van 192 hezar jê mirine.

Parzemîna ku herî zêde şewb lê belav bûye, Ewropa ye. Li Ewropayê milyonek û 748 hezar û 248 kes bi şewbê ketine û ji wan heta niha 116 hezar û 220 kes jê mirine. Li DYA’yê jî 886 hezar û 709 kes bi şewbê ketine û ji van 50 hezar û 243 kes jê mirine. Piştre bi rêzê ve Spanya, Îtalya û Fransa, Almanya, Ingilistan û dewleta tirk tê.

Li gorî daxuyaniya Sînovac Bîotech ku yek ji mezintirîn şîrketên sektora dermanan e, derziya ku tê de hêmanên patojen ên bêbandor ên vîrûsê hatin bikaranîn, li ser heşt meymûnên Hînt hate bikaranîn. Hate ragihandin ku meymûn piştî sê hefteyan bi rengekî sûnî enfekte bûn. Laboratuara çînî ragihand ku derziya ceribandî yekemcar bi rengekî berfireh meymûn ji vîrûsa koronayê parastin. Encamên lêkolînê li ser malpera bîoRxîvê hate weşandin. Li gorî vê yekê; di asteke bilind de derzî li çar meymûnan hate xistin. 7 roj piştî ku bi vîrûsê ketin, li gurçikên meymûnan vîrûs nehate dîtin.

Çend daneyên şewba Covîd-19’ê yên welatan wiha ne:

BAKURÊ KURDISTANÊ – TIRKIYE

* Rayedarên dewleta tirk dibêjin ku duh 101 hezar û 790 kes bi şewbê ketine û ji van 2 hezar û 491 kes jê mirine.

* Kampanyaya Malbatên Xwişk û Bira ya HDP’ê li welat û derveyî welat belav dibe. Desthilata AKP-MHP’ê ya vê dibîne alîkariyên HDP’ê yên pêşkêşî gel dikin asteng dikin, kesên alîkarî jî belav dikin binçav dike.

* Koordînasyona Krîzê ya Herêmê ya Covîd-19’ê bal kişand ser rîska li girtîgehan û got; ‘Ger ku şewb li girtîgehan belav bibe, wê nikaribe bê kontrolkirin. Divê tavilê girtî bên berdan.’

* Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hamîtoglu diyar kir ku tevî ku li ser 26 girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê şopên vîrûsê hene jî, ranakin nexwexaneyê.

DYA

* Li welat 886 hezar kes bi şewbê ketine û ji van zêdetirî 50 hezar û 200 kes mirine.

ÎTALYA

* Heta niha 190 hezar kes bi şewbê ketine û ji van 25 hezar û 500 kes jê mirine.

SPANYA

* Heta niha 220 hezar kes bi şewbê ketine, 22 hezar û 500 jê mirine û 100 hezar jî tên dermankirin.

FRANSA

* Heta niha 160 hezar kes bi şewbê ketine û ji van 22 hezar kes jê mirine.

INGILISTAN

* Li welat heta niha 140 hezar kes bi şewbê ketine û ji van 18 hezar û 738 hezar kes jê mirine.

ALMANYA

* Heta niha 153 hezar kes bi şewbê ketine, 5 hezar û 575 kes mirine û 40 hezar jî tên dermankirin.

HOLLANDA

* Li welat 36 hezar û 500 kes bi şewbê ketine, 4 hezar û 300 kes jê mirine û 32 hezar jî tên dermankirin.

BELÇÎKA

* Heta niha 44 hezar 393 kes bi şewbê ketine, 6 hezar û 679 kes kes jê mirine û 28 hezar jî tên dermankirin.

SWÎSRE

* Heta niha 28 hezar kes bi şewbê ketine, hezar û 551 kes jê mirine û 6 hezar û 500 kes jî tên dermankirin.

ÎRAN

* Li gorî daneyên fermî heta niha 88 hezar kes bi şewbê ketine û ji van 5 hezar û 574 kes jê mirine.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar