Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Qesra Elo Dîno bûye hedefa defînegeran

Qesra Elo Dîno ku tê gotin di sedsala 16’emîn de hatiye çêkirin û li nêzî gundê Bafê yê navçeya Hezex a Şirnexê ye, her ku diçe bêhtir tê texrîbkirin û niha jî bûye hedefa defînegeran.

Qesra Elo Dîno li qeraxa Çemê Dîcleyê ye. Ji ber ku bêxwedî maye, hema bêje tenê dîwarê wê niha li cihê xwe mane. Her sal van wextan bi sedan kes diçû serdana qesrê. Lê belê ji ber şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19), îsal hema hema tu kes neçûye serdana wê. Lê belê hin derdor hene ku vê nehatin û çûnê weke firsend dibînin hene ku ew jî defînegerin. Defînegeran hundir û derdora qesrê kolandine. Alavên wan jî hîn li cihê xwe ne.

Li gorî dîrokê, Elo Dîno li dijî zext û zordariya Osmaniyan û Mîr Mihemed ên ji bo bacê, ciwanên li Bafê birêxistin dike û li ber xwe dide. Di demeke nêz de navê wî belav dibe. Elo Dîno û hevalên xwe li wî aliyê gund kelehekê çêdikin û herêm dikeve bin destê wan. Elo Dîno, xelekê davêje nava Çemê Dîcleyê û ji keştiyên bazirganiyê bacê distîne û piştî demekê ciwanên li gundên derdorê jî tîne cem xwe. Paşê komployek lê tê gerandin û tê zevtkirin. Lê belê dîsa jî di zindanê de serî li ber îşkenceyê natewîne. Piştî demekê ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest dide.

Piştî vê keça wî Seyran ji bo wî zêmarekê wiha dilewbîne:

Weylê,

Kelha Bafê li belevanê

Kelha Bafê ya rengîn yadê li belevanê

Van tacir û kelekvana ji Diyarbekirê kelekên xwe berdanê

Weleh, qefla van kelekan li ber qesra bavê mi Seyranê

Yadê, tu wê xêrê bikê xêrê bi çavê xwe nebînê

Çawa te nehêla ez bi bavê xwe re têr bigerim ser hasilan û demanê

Yadê, weyla li min rebenê

Li min êsîrê

Xudê xirab bika mala Qaymeqamê Mûsil û zapitê Mihemed Begê Cizîrê

Çawa xeniqandin bavê min rebenê

Xwediyê şebekan û zincîrê.”

Çavkanî: Mujdat Can/MA- ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar