Navenda Nûçeyan |
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) der barê çalakiyên xwe yên di 21 û 23’yê nîsanê de daxuyaniyeke nivîskî parve kir.
Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:
“* Di 21’ê nîsanê de hêzên me li ser rêya di navbera gundên Kîmarê û Beradê yên Şêrawa ya Efrînê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyek sabotajê kir. Di encamê de 2 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.
* Di roja 23’yê nîsanê de hêzên me li bajarên Cerablus û Raiyê li dijî çeteyên artêşa dagirker 3 çalakiyên sabotajê kirin. Di encamê de 8 çete hatin kuştin, 11 çete birîndar bûn û seyareyek jî hate rûxandin.
* Hêzên me li çerxerêya Maratê yê bi ser navenda ve Efrînê ve li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke sabotajê kir. Encama çalakiyê nehat zelalkirin.”