Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Rejîma Îranê biryara bidarvekirina 5 girtiyên kurd da

Navenda Nûçeyan |

Rejîma Îranê hovîtiya xwe ya li dijî gelê kurd didomîne. Di vê çarçoveyê de rejîmê di nava 13 rojên dawî de 6 kesên din bi darve kirin. Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw, rejîma Îranê lez daye darvekirina girtiyên kurd.

Rêxistinê da zanîn ku di lîsteya darvekirinê ya rejîma Îranê de gelek girtiyên kurd ên siyasî hene û banga hestiyariyê kir. Li gorî agahiyan, rejîmê der barê 5 girtiyên din ên kurd ku li Girtîgeha Sînê ya rojhilatê Kurdistanê biryara darvekirinê da. Navên girtiyên ku ji Kirmaşanê ne wiha ne: “Lokman Ehmedpur, Ramyar Muslum, Wahît Feyzî, Saîd Mehmedpur û Adnan Mîrekî.”

Di roja pêncşemê de jî rejîmê girtiyê siyasî yê kurd Sîna Muhamedî li Girtîgeha Senendejê bi darve kir. Di roja çarşemê de jî li heman girtîgehê girtiyê siyasî yê kurd Loqman Ahamadpour (30) ê ji Banehê hatibû bidarvekirin. Girtiyê siyasî Abdulbaset Dahanî yê Balochî ku li Girtîgeha Zahedanê dihat girtin jî di roja pêncşemê de hate bidarvekirin.

Rejîma xedar a Îranê di 11’ê nîsanê de jî girtî Mûstafa Salîm ê PDK-Î ku li girtîgeha Saqizê bû, bi darve kir. Salîm ji girtîgeha Saqizê fîrar kiribû û ji hêla hêzên başûrê Kurdistanê ve radestî Îranê hatibû kirin.

Girtiyê bi navê Shahram Bayegan jî piştî şewba koronayê ji Girtîgeha Tebrîzê fîrar kiribû. Bayegan dîsa hat girtin û gardiyanan îşkence lê kir û lingê wî şikandine. Rejîmê di serê sibeha pêncşemê de Bayegan bi darve kir. Di sersibeha çarşemê de jî girtiyê bi navê Eslamabad-e-Gharb ku bi nasnameya xwe Touraj Morad Haselî dihat nasîn li girtîgeha Kirmaşanê dihat girtin, hate bidarvekirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî çend roj berê rapora xwe ya salane parve kir û da zanîn ku di sala 2019’an de li 20 welatan 657 cezayên darvekirinê hatine sepandin. Welatê yekemîn ê vê hovîtiyê dike jî rejîma Îranê ye. Rejîmê tenê par 251 kes bidarve kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar