PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Hejmara kesên bi koronayê ketin nêzî 3 milyonan bû

Navenda Nûçeyan |

Vîrûsa koronayê (Covîd-19) roj bi roj berbelavtir dibe. Şewba ku li hemû cîhanê jiyan li mirovan tevizandî her ku diçe bîlançoyeke girantir bi xwe re tîne. Li temamiya dinyayê herî kêm 2 milyon û 850 hezar kes bi vîrûsê ketin û ji van zêdetirî 198 hezar kesan jî jiyana xwe ji dest dan.

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) da zanîn ku tu delîl tuneye ku nexweşên bi koronayê ketine piştre dîsa bi koronayê nekevin. Li gorî daneyên nû, li çend welatan bîlançoya şewba vûrûsa koronayê wiha ye:

BAKURÊ KURDISTANÊ û TURKIYE

* Rayedarên hikûmeta AKP û MHP’ê diyar kirin ku heta niha 101 hezar û 790 kes bi şewbê ketine û ji van 2 hezar û 491 kes jê mirine. Lê hemû welat dibêjin ku dewleta tirk rast nabêje.

* Kampanyaya HDP’ê ya ji bo hevgirtina malbatan dabû destpêkirin didome. Heta niha 21 hezar û 759 malbat hatine tespîtkirin û ji van ji 11 hezar malbatan re alîkariya xurek û paqijiyê hatiye kirin. Ji 4 hezar û 212 malbatan re jî ‘malbatên hevgirtinê’ hatine peydakirin.

* Hikûmeta AKP û MHP’ê ku bi qanûna înfazê re alîgir, çete û tecawizkar berdan, zexta li ser girtiyên siyasî jî zêde dike. Federasyona Komeleyên Hevgirtina Malbatên Girtiyan a Mezopotamyayê (MED TÛHAD-FED) diyar kir ku girtiyên siyasî terkî mirinê hatine kirin, îşkence li girtiyan tê kirin û li girtîgehan tu tevdîr nehatiye girtin.

* Girtiyê bi navê Ayhan Yilmaz ê di Girtîgeha Tîpa T a Wanê de li malbata xwe geriya û got: “Şertên me gelek xerabin. Dibe ku ev axaftina min a dawî be bi we re.”

DYA: 925 hezar kes bi vîrûsê ketine û 52 hezar û 200 kes jî mirine.

ÎTALYA: 193 hezar kes bi vîrûsê ketine û 26 hezar kes jî mirine.

SPANYA: 219 hezar kes bi vîrûsê ketine û 22 hezar û 500 kes jî mirine.

FRANSA: 160 hezar kes bi vîrûsê ketine û 22 hezar û 200 kes jî mirine.

INGILISTAN: 143 hezar kes bi vîrûsê ketine û zêdetirî 19 hezar û 500 kes jî mirine.

ALMANYA: 155 hezar kes bi vîrûsê ketine û 5 hezar û 767 kes jî mirîne.

BELÇÎKA: 45 hezar kes bi vîrûsê ketine û 6 hezar û 900 kes zêdetir jî mirine.

SWÎSRE: 29 hezar kes bi vîrûsê ketine û nêzî hezar û 600 kes jî mirine.

HOLLANDA: 37 hezar û 190 kes bi vîrûsê ketine û 4 hezar û 409 kes jî mirine.

ÎRAN: 89 hezar û 328 kes bi vîrûsê ketine û 5 hezar û 650 kes jî mirine.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar