Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Mazlum Ebdî: Di nava çend rojan de dê agahiyên erênî bên aşkerakirin

Şandeyeke ji Herêma Firatê serdana navenda Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya li Qamişlo kir. Şandeya piştevaniya xwe ji înîsiyatîfa Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî ya ji bo yekitiya kurdan re anî ziman. Şande ji hêla Mazlum Ebdî,  berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd û Gerînendeyê Buroya Çapemeniyê ya HSD’ê Mistefa Balî ve hate pêşwazîkirin.

Piştî civîn bi dawî bû, Mazlum Ebdî civîna çapemeniyê li dar xist. Ebdî got ku ji aliyê yekrêziya kurdî ve geşedanên nû hene û wiha domand: “Tevahiya aliyên siyasî xwedî nêrînên erênî bûn. Ji wan aliyan Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û ENKS ne. Li ser vî esasî dê di nava çend rojên pêş de encamên erênî bên aşkerakirin. Ez bang li hemû saziyên sivîl, partî û hêzên siyasî yên li Rojava dikim ku piştevaniya xwe ji înîsiyatîfa yekitiya kurdî re nîşan bidin û bi hev re ji bo yekitiya kurdan tevbigerin.”

Endamê şandeyê Dr. Bextiyar Husên jî der barê mijarê de wiha got: “Ev înîsiyatîf bûye înîsiyatîfeke gel ku rewşenbîr, akademîsyen û saziyên civaka sivîl jî di nav xebatên wê de cih digirin. Di rewşa heyî de yekitiya kurdan pir girîng e. Ez bang li hemû aliyên siyasî yên Rojava dikim ku ji bo yekitiyê bixebitin. Ji bo yekitiyê em ê bi PYD û ENKS’ê re bicivin. Em bi hêvî ne ku dê piştgiriya parêzer û rewşenbîrên Kobanê bi ser bikeve. Di navbera ENKS û Rêveberiya Xweser de 3 peyman hene ku ew jî Hewlêr 1, Hewlêr 2 û ya Dihok e ye. Lê mixabin bêencam man. Bêyî yekitiyê tu armanc mîsoger nabin.”

Tê payîn ku şande sibe jî bi ENKS û PYD’ê re bicive. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar