Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Wênesaz Toprak: Em dikarin ji bo civakê bibin rêbazekî têkoşînê

Bi belavbûna şewba koronoyê (Covîd-19) re li Tirkiyeyê herî zêde mijarên girtiyên siyasî, tundiya li ser jinê, qeyrana aborî, kesên xizan û kedkarên tendurustiyê kete rojevê. Li Amedê komeke wênesazên jin di çarçoveya van mijaran de xebatên xwe yên wêne çêkirinê dan destpêkirin. Hunermendan bi xebata xwe careke din girîngiya hunerê pêşkêşî civakê kirin. Der barê mijarê wênesaz Neşe Toprak ji Jinnewsê bi Medya Uren û Rengîn Azîzoglu re axivî.

Neşe Toprak diyar kir ku vîrûsa koronayê kir ku gelek tişt biguherin û wiha domand: “Di pêvajoya ku em tê de ne gelek giran e. Dê bi xwe re guherînên mezin bîne. Dê her tişt mîna berê nemîne. Ligel ku cîhan ji bo pêşîlêgirtina şewbê di nava hewldanan de ye, li hêla din em bi çend pirsgirêkên din ên mezintir re rûbirû ne.”

‘Tundiya li ser jinê zêde bû’

Bi domdarî jî Toprak bal kişand ser qanûna înfazê û wiha got: “Bi hezaran girtiyên siyasî di girtîhehan de ne û ji wan gelek jê nexweşin. Lê mixabin li derveyî vê qanûnê hatin hiştin. Bi hezaran êrîşkar û tacîzkar berdan. Di pêvajoya şewbê de tundiya li ser jinê jî zêde bû. Li cihê ku pêşî li van êrîşan bigirin, kesên êrîşkar hatin berdan. Ev mijarekî pir girîng e. Şewb weke firsend bi kar anîn û gelek bûyer nixumandin. Windakirina Gulistan Doku yek ji van mînakên herê berbiçav e.”

Di berdewamê de jî Toprak diyar kir ku bi şewbê re civak xizantir bû û wiha derbirî: “Gelek kes ji kar hatin avêtin û niha bêçare ne. Pêdivî bi îzalasyonê heye lê pirî kes neçarin biçin bixebitin. Her wiha divê kedkarên tenduristiyê ango lehengên vê pêvajoyê ji bîr neke. Di şerê li dijî şewbê de yên li çepera pêş şer dikin ew in. Bi sedan jê bi şewbê ketine û jiyana wan di bin rîskê de ye.”

‘Em dikarin bibin hêvî’

Herî dawî jî Toprak qala xebata xwe kir û ev tişt anî ziman. “Civak li gel şewbê, bi gelek pirsgirêkên mezintir re têdikoşe. Em jî dixwazin bi pênûsa xwe barê civakê vebêjin. Stranbêj, muzîsyen û wênevan divê di vê pêvajoyê de civakê bi tenê nehêlin. Em dikarin bibin hêvî û rêbazekî têkoşînê. Bandora hunerê di vê hêlê de mezin e. Gelek stranbêjan bi hev re strana Bella Ciao strîn û bandor li civakê kir. Em jî hewl didin van mijaran xêz bikin. Em dixwazin bi karîkatur, pênûsa reş, boyax û hwd. vê pêvajoyê zindî bikin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar