Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dewleta tirk ‘Jiyan’ qedexe kir!

Navenda Nûçeyan |

Dijminatiya dewleta tirk a li dijî kurd, kurdî û Kurdistanê bênavber didome. Bi polîtîkaya xwe ya îmha û înkarê ku ev sedsale bênavber didomîne re hewl dide her tiştê li ser navê kurdan tune bike. Li aliyekî bi êrîşên xwe yên fîzîkî yên li dijî Bakur, Başûr û Rojava re hewl dide qirkirinên fîzîkî pêk bîne, li aliyekî bi polîtîkaya asîmîlasyonê re zimanê kurdî tune bike, li aliyekî her tiştê aîde çanda kurdî weke çanda xwe nîşan dide û bi qedexeyan ber bi tunebûnê ve dibe û li hêla din jî bi bendav û rêbazên cuda xweza û berhemên dîrokî ku hafizeya kurdan in hewl dide tune bike.

Dewleta tirk li gel guherandina demografyaya Kurdistanê û dizîna berhemên dîrokî, niha jî çav berda navên bi kurdî. Hikûmeta AKP-MHP’ê ku weke koalîsyona faşîzmê tê pênasekirin, tehemûla navên bi kurdî jî nake. Bêguman yek jê saziyên ku herî zêde di vê polîtîkaya înkar û îmhayê de karîger e, saziya perwerdeyê ye. Saziya perwerdeyê li gel polîtîkaya pişaftinê û berevajîkirina dîrokê, hewl dide kurdan ji hebûna wan dûr bixîne.

‘Ji ber ku peyvên qedexe hene…’

Saziya perwerdeyê ku di vê polîtîkayê de pir karîger e, niha jî çav berda navên zarokên kurdan ên bi kurdî. Hat zanîn ku Tora Agahdarkirinê ya Perwerdeyê (EBA) navê xwendekara kurd ‘Jiyan’ li ser malpera xwe qebûl nekir û got; ‘Ji ber ku di wê metna we dixwest bişînin de peyvên neguncav û qedexe hene, hûn nikarin vê nivîsê bişînin.’ Ev kiryara faşîst a EBA’yê rastî bertekên tund hat.

Tosun mijar xist rojeva meclisê

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosun jî qedexekirina navê ‘Jiyan’ xist rojeva meclisê û bi pêşniyazpirsekê ji cîgirê serokomar Fûat Oktay pirs kir. Tosun wiha got: “Çima navê Jiyan qedexe ye. Der barê qedexeya navan de tu giştîname hene gelo?”

Tosun xwest ku Oktay pirsên wê bibersivîne. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar