Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Ji êrîşa li dijî Kobanê Rûsya û DYA berpirsyar e’

Dewleta tirk şevê din saet derdora 03.40’an de bi SÎHA’yan êrîşî bendekê Hêzên Asayîşê ya Kobanê kir. Du saet piştre jî bi du moşekan Navenda Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn hedef girt. Têkildarî mijarê Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê li ber avahiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de rêveberên saziyên sivîl ên herêma Firatê û hevserokê Meclisa Rêveber Mihemed Şahîn jî amade bûn.

Daxuyanî ji hêla Mihemed Şahîn ve hate xwendin. Şahîn diyar kir ku dema ku tevahî gel û dewletên cîhanê li dijî vîrûsa koronayê têdikoşin û alema îslamê di meha remezanê de, dewleta tirk bi firokeyên xwe yên bêpîlot êrîşî Kobanê kir û wiha domand: “Bi vê yekê re tevahî peymanên ku berê hatine îmzekirin binpê dike.”

Rêveberiya Xweser bang li Rûsya û DYA’yê kir ku li gorî sozên xwe yên der barê mîsogeriya ewlehiya xaka Sûriyeyê û sînordarkirina êrîşên dewleta tirk ên rojane yên li dijî gundên kantonên Girê Spî û Kobanê tev bigerin. Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku tevî bi ser vekişîna HSD’ê ya li ser sînor re 6 meh derbas bûne jî dewleta tirk êrîşên xwe didomîne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrîşê de tenê ziyanên madî çêbûne. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar