Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Ocalan: Pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin û yekitiya xwe xurt bikin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 21 salan, yekem car duh li ser telefonê bi malbata xwe re hevdîtin kir. Girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F a Bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî li ser telefonê bi malbatên xwe re axivîn. Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî û axaftin 20-25 deqeyan dom kir. Mehmet Ocalan têkildarî hevdîtinê ji MA’yê bi Bariş Polat re axivî.

Mehmet Ocalan da zanîn ku hevdîtin li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê pêk hat û wiha got: “Ez bi kurê xwe Omer Ocalan, parêzerek û bi 2 wekîlên HDP’ê çûm serdozgeriyê. Lê tenê ji bo axaftina min destûr dan. Ev 21 salin ev mafê me yê qanûnî û demokratîk hate binpêkirin. Herî dawî di 27’ê nîsanê saet di 13.00’an de yekemîn car me li ser telefonê hevdîtin kir. Hevdîtin 20-25 deqîqeyan dom kir. Dema ku min li ser telefonê dengê serok bihîstî pir keyfxweş bûm. Çav û guhê gelê kurd jî li Girava Îmraliyê bû.”

‘Tenduristiya min baş e’

Bi domdarî jî Ocalan ev tişt anî ziman: “Serok Ocalan ji ewil got ku dem pir kin e ku rojevan binirxîne û dê li ser mijarên sereke biaxive. Min qala şewbê û fikarên gel ên ji bo tenduristiya wî kir. Wî jî got; ‘Rewşa tenduristiya min baş e. Lê di rojên pêş de çi bibe ez nizanim.’ Jixwe li ser şewbê gelek nesekinî û bal kişand ser rewşa kurdan.”

Ji bo malbatên Barzanî û Talabanî peyameke girîng

Ocalan wiha dom kir: “Ji ewil pêşketinên li Herêma Federal a Kurdistanê nirxand. Min ji serok re got di nava Qendîl, KDP û YNK’ê de pirsgirêkên mezin hene. Di rojeva gel de ev pirsgirêk hene. Dûre min got şewba vîrûsa koronayê heye. Qala şewbê nekir. Herî zêde li ser pirsgirêkên di navbera Qendîl û hikûmeta Başûr de axivî û got; ‘Ev polîtikaya, kurdan bi kurdan bidin şerkirin û kuştin e. Ji bo kurdan tu xêrek tê de nîne. Ji bo gelên Tirkiyeyê jî tu xêr tê de nîne. Divê ne PDK, ne YNK û ne jî tu partî û tevgerên kurd nekevin nava hesabê ku heke şer bikin dê dewletê bidin wan. Ev nabe û nayê qebûlkirin. Divê yekitiya neteweyî esas bigirin. Diviya ev 40 sale yekitiya kurdan hebûya. Mirovên li wê derê dijîn kurd in. Ger xwîn birije, wê kes nekara ji bine vê yekê derbikeve. Ev peyama min hem ji bo Qendîlê û hem jî ji bo hikûmeta herêmê ye. Dîsa ev peyama min ji bo malbatên Barzanî û Talabanî, ji bo şexsiyet û hemû kesên li Başûr e. Pêdiviya kurdan bi şer û rijandina xwînê nîne. Pêdiviya kurdan bi yekitiyê heye. Pêdiviya kurdan bi feraseta ku dibêje ev der a min e, ew der a te ye nîne. Pêdiviya kurdan bi aştî û yekitiyê heye.’”

‘Hem em û hem jî gel qebûl nake ku kurd xwîna hev birijînin’

Mehmet Ocalan daxuyand ku di hevdîtinê de Ocalan qala protokola ku ji 10 xalan pêk dihat a di sala 1982’yan de bi bavê Nêçîrvan Barzanî, Îdrîs Barzanî re îmze kiribû bi bîr xist û wiha pê de çû. “Li gorî vê protokolê divê êdî kurd şerê hev nekin û xwîna hev nerijînin. Serok got; ‘Hikûmeta Başûr, malbata Barzanî ya serokê hikûmetê, dîsa YNK ku piştgiriya hikûmetê dike û Celal Talabanî ev protokol qebûl kirin. Silavên min ji wan malbatan re bişîne.’ Ji bo Qendîl û malbatên Barzanî û Talabaniyan got ku êdî ne ew û ne jî gel qebûl nake ku kurd xwîna hev birijînin. Serok got ku heke li holê kêmasiyeke hebe divê ev yek bi diyalogê bê çareserkirin û aştî pêk bê. Serok ev jî got; ‘Divê êdî kurd li cihekî li hev bikin û pirsgirêkên di navbera xwe de bi diyalogê çareser bikin. Kesên ku vê bikin jî malbatên Barzanî û Talabanî û hevalên li Qendîlê ne. Hem hêviya gelê kurd hem jî hêviya me nerijandina xwînê ya di navbera kurdan de ye.’”

Peyama ji bo Rojava

Têkildarî nirxandinên Ocalan ên ji bo Rojava jî Mehmet Ocalan ev agahî dan: “Serok ji bo Rojava wiha got; ‘Bi qasî ku dibihîzim rewşa Rojava ne baş e û ne jî xerab e. Partî û saziyên li Rojava rêxistinbûna demokratîk mezin nekirine, pir biçûk mane. Heta ku hêz ava nebe dê tu pisgirêk neyên çareserkirin. Ji bo vê jî divê rêxistinbûna xwe xurtir bikin. Divê li her çar parçeyan kurd bêhtir xwe birêxistin bikin. Di rewşeke birêxistinkirî û bihêz de çareserî pêş dikeve. Em nêzikatiya ‘bila dikan biçûk be lê ya min be’ qebûl nakin. Dikana biçûk a ne ji bo kurdan û ne jî ji bo gelên din, hewce nake. Divê dikan mezin be û herkes temsîliyeta xwe di wê dikanê de bibîne. Ev dikan ne ya netew û mezhebekê ye û partiya me vê tu carî qebûl nake. Bi ser netewe û mezheban rêxistinbûn nabe. Ji bo yekitiya demokratîk, hûn bi ser partiyê pêşveçûnê çêkin û mezin bikin. Ev yek dê ji bo we baş be.’”

‘Heke tu bibî hêz dê bikarî pêşî li ber rijandina xwînê bigirî’

Mehmet Ocalan wiha pê de çû: “Serok got; ‘Wisa texmîn dikim ku di nav van hêzan de hin kes rast li min nanêrin. Dibe ku baş nenêrin. Dinya alem dibîne bê ka ev 50 sal in ez çi dikim. Ez û hevalên li cem min, di hucreyên xwe de heta ji destê me tê em ji bo hevalên xwe tiştên baş dikin. Heke kesên rast li min nenêrin, ew di nava xiyanetê de ne. Ev ne rast e, nayê qebûlkirin. Her tişt li holê ye. Tiştekî ku bê veşartin tune ye. Li holê pirsgirêkeke mezin heye û divê herkes ji bo vê yeke bi awayekî rast bixebite. Li holê xwîneke ku tê rêjandin heye, heke tu bibî hêz dikarî pêşî li vê xwînê bigirî. Ji ber wê yekê divê herkes li ser vê bingehê têbikoşe û nêrîna wan ev be.’”

Ji bo girtiyan û malbatan silav şand

Herî dawî jî Mehmet Ocalan ev tişt destnîşan kir: “Peyamên Serok ên di 3’yê adarê de çibin en niha jî heman peyam in. Kesên ku ji serok bawer dikin divê van peyaman berfirehtir bigirin dest û bixin meriyetê. Herî dawî serok ji hevalên girtîgehê û malbatên ku bedel dane re silav şand. Dîsa got ku kesên ku min dipirsin û guhdar dikin re silavên min ji wan re bibêje.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar