Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan PKK’ê piştî 21 salan yekemcar li ser telefonê bi malbata xwe re axivî. Girtiyên din Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar jî piştî ku di sala 2015’an de li girtîgeha Îmraliyê hatine veguhestin, yekem car mafê xwe yê telefonê bi kar anî. Têkildarî mijarê xwişka Veysî Aktaş ku ev 26 sal in girtî ye, Sabîha Aslan ji MA’yê bi Fahrettîn Kilinç û Ayşe Surme re axivî.
Sabîha Aslan diyar kir ku parêzer rojek beriya hevdîtina bi telefonê ew agahdar kirin û wiha got: “Got dê hevdîtin di roja duşemê de li dozgeriyê be. Piştre li Îmraliyê geriyan û xwestin ku rojek piştre em biçin cem dozgeriyê. Ez gelek kefyxweş bûm û sibeha din çûm dozgeriyê. Saet di 14.00’an de li min geriyan. Haya Veysî jê hebû. Ji ewil me rewşa hev pirsî. Rewşa dayika min û zarokan pirsî. Me beriya hev kiribû. Pirsa zarokan kir û got du mehan carekî wêneyên wan bişîne. Lê tiştên em dişînin nagihin wan. Xwezî li malê bigeriya da ku hemû kesî dengê wî bibihîsta.”
‘Dibe ku ev hevdîtina dawî be’
Bi domdarî jî Aslan ev tişt anî ziman: “Ev 5 sal in dayika min dengê Veysî nebihîstiye. Dayika min pîr e û nikare biçe hevdîtinê. Ji xwe destûrê jî nadin. Ji xwe çûn û hatina wir pir zehmet e. Tenê yên dîtin dizanin. Veysî rewşa welat û Amedê pirsî. Min qala şewbê kir û jê re got ku gel xwe bi xwe li xwe xwedî derdikeve. Min rewşa wan pirsî û wî jî got ku rewşa wan baş e û pirsgirêkên wan ên fîzîkî nînin. Ji min re got dibe ku hem hevdîtina telefonê û hem jî yên din cara dawî be. Tecrîdeke pir giran û derhiqûqî li ser wan heye. Dengê wî pir guherî bû. Li wir nemeke zêde heye. Mirov fêm dike bê ka di rewşeke çiqas giran de ne.”
‘Alavên paqijiyê em bi pereyên xwe dikirin’
Aslan anî ziman ku hevdîtin, axaftina bi telefonê û name mafên girtiyan e û wiha dom kir: “Qanûnekî wiha nehatiye dîtin. Mafên me û wan tên binpêkirin. Sepanekî keyfî ye. Birayê min ev 26 sal in girtî ye. Dema nû ketî girtîgehê me sal dijmartin. Lê piştî ku sal bi ser bîstê ketin me dev ji jimartinê berda. Qada Newrozê, derdora wê û çiyayan ji min kir. Piştre got; ‘Ji ber rewşa şewbê em hevdu gelek nabînin. Alavên paqijiyê em bi pereyên xwe dikirin. Em ji bo paqijiyê baldar in û niha rewşa me baş e. Pişt re dê çi bibe nizanim.’”
‘Zilmekî mezin li Îmraliyê heye’
Herî dawî jî Sabîha Aslan ev tişt anî ziman: “Bi qanûna înfazê re derqanûniya xwe nîşan dan. Kesên ji bo civakê talûke berdan lê rojnamevan, siyasetmedar û hwd. ên ji ber fikrên xwe girtî, bernedan. Em dixwazin di serî de girtiyên nexweş, temen dirêj û hemû girtiyên siyasî bên berdan. Li Îmraliyê derhiqûqiyeke bêsînor û zilmekî mezin heye. Ev jî nîşan dide ku aştî û fikrên baş naxwazin. Ew jî dizanin ku ev tişt çêbibin dê desthilata wan biheje û têk biçe. Em dixwazin di serî de serokatî, her çar hevalên li Îmraliyê mafê xwe yê telefonê bi kar bînin. Ji xwe girav ne cihê mirovan e. Divê her çar girtî bên berdan.” AMED