Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Salı - 27 Ağustos 2024

Der barê parlamenterên HDP’ê de 320 fezleke hatine amadekirin

Di serdema sêyemîn a qanûnçêkirinê de ku ji 1’ê cotmeha 2019’an dest pê kir û heta 23’ê nîsanê, ji bo rakirina destnedayîna parlamenteran bi giştî 346 fezleke hatin amadekirin û pêşkêşî meclisê hatine kirin. Ji van fezlekeyan 320 jê der barê parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ne. Her wiha 13 jê der barê parlamenterên CHP’ê, 6 jê yên AKP’ê, 5 jê yên MHP’ê, 2 jê yên Partiya ÎYÎ û fezlekeyek jî der barê parlamenterê TÎP’ê de hatiye amadekirin.

Di pêvajoya şewba koronayê de der barê parlamenterên HDP’ê de 39 fezleke hatine amadekirin. Di roja ewil a sêyemîn serdema sala qanûnçêkirinê de der barê HDP’iyan de 71 fezleke û di roja sedemîn sala damezirandina meclisê de jî 30 fezleke hatin amadekirin û pêşkeşî meclisê hatine kirin.

Der barê hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan de 10 û der barê Mîthat Sancar de jî 2 fezleke hatine amadekirin. Ji ber axaftinên hevserokê HDP’ê yê berê û parlamenterê Wanê Sezaî Temellî, 42 fezleke hatine amadekirin. Bi vê yekê re jî di rêza yekemîn de ye.

Ocalan di rêza duyemîn de ye

Piştî Temellî bi 35 fezlekeyan re Omer Ocalan di rêza duyemîn û bi 34 fezlekeyan re Saîd Dede jî di rêza sêyemîn de cih digire. Gelemperiya sedema fezlekeyan jî weke axaftinên di mîtîngan de, xebatên hilbijartinê, nameyên ji girtîgehan re hatine şandin, meş û peyva ‘Kurdistanê’ hatiye destnîşankirin.

Sedemên pêkenok

HDP di 27-28’ê cotmeha 2018’an de li Amedê konferansa ‘Krîza Rojhilata Navîn û Çareseriya Neteweyî ya Demokratîk’ li dar xistibû û Buldan jî di konferansê de axivî bû. Her çiqas tev li konferansê nebûbe jî der barê parlamenterê HDP’ê yê Çewlikê Erdal Aydemîr de bi hinceta ‘bertek nîşanî Buldan nedaye’, fezleke hate amadekirin. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar