Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Polîsan êrîşî pîrozbahiyê 1’ê Gulanê kir

Ji ber şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) DÎSK, KESK, TTB û TMMBO’ê biryar dan ku 1’ê Gulanê îsal bi rengekî girseyî pîroz nekin, li şûna vê îro li ber Peykerê Taksîmê pîrozbahiyeke sembolîk bikin.

Beriya pîrozbahiya 1’ê Gulanê ku ji ber şewba vîrûsa koronayê dihate xwestin li meydana Taksîmê bê lidarxistin, polîsan dor li avahiya navendî ya DÎSK’ê ya li Beşîktaşê girt. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu û rêveberên sendîkayên ser bi konfederasyonê ve piştî demekê li dû çelenga 1’ê Gulanê ji avahiyê derketin. Lê belê polîsan pêşî li Çerkezoglu û rêveberên sendîkayan girtin. Li gel hevdîtinan ji wan re hate ragihandin ku dê destûrê nedin ber bi Taksîmê ve bimeşin. Rêveberên sendîkayê jî li gel astengiyan ber bi Taksîmê ve meşiyan, lê polîsan êrîş kir.

Çeleng jî ji aliyê polîsan ve hate parçekirin û seroka giştî ya DÎSK’ê Çerkezoglu û gelek kes jî hatin binçavkirin. Sekreterê giştî Adnan Serdaroglu, endamê Desteya Rêveber Seyît Aslan, serokê giştî yê Enerjî-Senê Suleyman Keskîn, serokê giştî yê Sendîkaya Dev Yapi-Îşê Ozgur Karabulut, sekreterê giştî yê Sendîkaya Dev Saglik-Îşê Erdogan Demîr, sekretera giştî ya Gida-Îşê Olcay Ozak, endamê Desteya Rêveber a Bîrleşîk-Metal Îş Seyfettîn Gulengun, serokê Şaxa Stenbolê yê Tekstîl Senê Asalettîn Aslan, pisporê DÎSK’ê Farûk Işik, pisporê Sosyal-Îşê Cemal Bîlgîn, rêveberê Bîrleşîk-Metal Îş Mûhammet Yurtsever, sekretera giştî ya Halkevlerî Ozge Ozan, endamê Halkevlerî Ersîn Kîrîş, şêwirmendê parlamenterê TÎP’ê Bariş Atay, Polat Denîz Gulşen hatin binçavkirin.

Seroka giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu û binçavkiriyên din birin emniyetê. Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglu, parlamenterê TÎP’ê Bariş Atay, parlamenterên CHP’ê Tûran Aydogan û Alî Şeker jî di nav de gelek kes li avahiya Navenda Giştî ya DÎSK’ê ne.

Li Osmanbeyê jî endamên Yekitiya Têkoşînê Gamze Nîhal Îyîdogan û Sena Şat ên pankarta ‘Bijî 1’ê Gulanê’ hildan û dest bi meşê kirin, her wiha nûçegihana Onsoz TV Ekîn Sû Aktaş bi êrîşa polîsan hatin binçavkirin.

Li Kadikoyê jî 10 kesên ji Sendîkaya Karkerên Înşaetê û Ûmû Senê li gel qedeeyê daketin qadan û daxwazên 1’ê Gulanê anîn ziman. Lê belê rasî êrîşa polîsan hatin û hatin binçavkirin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar