PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Ocalan dîsa erka xwe pêk anî û banga yekitiyê kir

Piştî salên dûr û dirêj a 21 salî cara yekê ye ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Îmraliyê bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Di dîroka Tirkiyeyê de bi taybet di mijara Ocalan de rayedarên Tirkiye tiştekî wiha dike.

Ev jî mirov bixwaze nexwaze dixe nava pirsan; gelo çi bû mafekî rewa ya piştî 21 salî nû hate bi cihanîn? Bi vê yekê divê mirov çi fam bike? dide fikirandin. Lê li vir tiştekî pir rast heye ku çima heta niha ev maf ku dikarîbû bê bicih anîn çima bicih nedihat, dîsa çi bû ku 27’ê Nîsanê rê hat dayîn cara yekem bi rêya telefonê Ocalan û girtiyên Îmralî bi malbatên xwe re baxivin? Gelek pirsên mîna vê di hişê gelek kesî de tên û diçin, bi teqez bandora têkoşîna gelê kurd ji sedî sed heye, lê mirov xwe nikare ji vê jî bide paş gelo li pişt vê çi heye? Ev mijar jî aliyeke yê hişê mirov digire û mirov dide fikirandin.

Lê li vir a herî girîng ew bû ku dîsa bi hemû heybetiya xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi vê hevdîtina ewqas kurt, dîsa weke her carê erkê xwe bicih anî û peyama dîrokî ya yekîtiya kurd da. Ocalan ê ev 21 sal in li Girava Îmraliyê li dijî her şert û mercên jiyanî û dîsa li dijî komploger û di nava tecrîdeke bê eman de di her fersed û kêliyê de bi rêya malbat, parêzer û her hevdîtin û parêznameyên xwe bal kişandiye ser yekitiya netewî û kongreya neteweyî.

Di hevdîtina 27’ê nîsanê de ku di serî de raya giştî ya kurd û cîhanî bala wan li ser rewşa tenduristî ya Ocalan û girtiyên din bû, banga Ocalan a yekitiya ji bo kurdan ne tiştekî ku mirov bêje ne libendê bû. Ji xwe mîsyoan Ocalan û têkoşîna wî ya salan kirî, vê yekê dide nîşandan ku gotina yekem ne be ya duyem teqez yekitî û yekrêziya kurdan e. Ya balkêş vê carê rast e rast bi taybet bang li aliyeke kurdî kir ku berê di nava wan de di mijara yekrêzî û nerijandina xwîna yek de protokolek hatibû îmzekirin, kir.

Ev alî jî PDK bû. Ocalan di hevdîtina li gel birayê xwe Mehmet Ocalan de balê dikişîne ser aloziyên di nava kurdan de bi taybet bûyerên demê dawî ya li Zînî Wertê û protokola sala 1982’an a di navbera PKK’ê û PDK’ê de hatiye îmzekirin bibîr xist. Ev protokola ku qala wê tê kirin di navbera Ocalan û Mesûd Barzanî de hatibû îmzekirin ku ji 11 xalan pêk tên, li hev kiribûn.

Ocalan di her gav û kêliyê de tîne ziman ku ‘eger wê kongreyeke netewî pêk were divê hemû partî û rêxistinên kurd beşdar bibin. Divê nakokiyên navbera partiyan nebin asteng li pêşiya pêkhatina kongreya netewî, divê ev nakokî derbasî zemîna kongreya netewî nebin.’

Di protokola 1982’yan de xala ku îro roj jî ji bo çareserî û ji bo yekitiyê lazim e ku esas were girtin xala 9 û 11’an e. Di van xalan de ev tê gotin;

‘Li şûna rageşiyên ku bi kêrî neyarên Kurdistanê tê lazim e partî û rêxistinên Kurdistanê di rizgariya netewî de yekitiya netewî esas bigirin. Di pirsgirêk û aloziyên muhtemel ên di nava van partiyan de jî li şûna çek û sîlehan lazim e hevdîtin û diyalog esas were girtin û berjewendiyên milletê kurd şertê esasî be.

Di pratîzekirina van xalan de çi astengiyên derkertin divê berpirsên aliyan hev hişyar bikin. Lê heke ev hişyarî jî li ber çavan neyên girtin wê demê her alî di xebatên xwe de wê serbest be.’

Em ji vê dibînin ku Ocalan berpirsyariya aliyê xwe diyar kir û ji bûyerên bi qewimin hemû alî şiyar kir li gorî benda 11’an. Niha ya mayî êdî li aliyê din ên berpirs ango PDK’ê ye.

Em binêrin bê ka wê PDK bersivek çawa bide vê bangê. Lê wisa dixuyê ku ev yek ne bi dilê PDK’ê ye. Ji ber ev çend roj in dem jî sere derbas bû, PDK’ê xwe lê nebihîstî kiriye û li ser ya xwe israr e.

Lê li vir dixwazim balê bikişînim ser helwesta gel a divê ji vir û şûnde êdî pir cudatir be. Ji ber ku gel xwedî biryar û rayeyek di her warê civakî û welat de. Hemû aliyên civakê erkê xwe bicih anî û li ber vê nakokiya ku PDK xwe weke aliyek daye nîşandan, dide. Partî, sazî û dezgehên kurdî û kurdistanî bi bang û helwestên xwe dilgiraniya xwe ya ji Zînî Wertê û dîsa dagirkeriya tirk a li ser xaka Kurdistanê bi her awayî tîne ziman, lê ya li vir ne zelal û ne rast PDK ye. Ji bo wê divê gel ji vê kêliyê û şûnde rewatiya PDK’ê darezîne. Divê gel bi vekirî, biryar û israr li dijî rêveberiya PDK’ê ya ku di mijara dagirkeriyê de li gel MÎT û dewleta tirk a faşîst xwînmijên kurdan cih digire, derbikeve û heta bigihêje wê astê ji text jî dane.

Ji ber ku ya îro tê kirin, ne nû ye û her kêliyê ev xwe dide der. Yê herî zêde israra vê dike gelo ma ne PDK ye, dîsa yên li ber vê bêdeng bimînin ma nabe şirîkê vê? ji bo vê ye ku eger gel naxwaze ziyanê ji vê bibîne, divê xwedî helwest be.

Hêvîdarim ku rojek berî rojê bê ku dilêşiyek mezin û aloziyên ne li bendê pêk neyê. Ji bo yekîtiya netewî her kes destê xwe dirêj bike û li dijî dagirkerî û mêtingeriyê tişta ji destê bê bê dudilî ji bo niştimanperweriyê bike.

Nûçeyên Têkildar