Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Înîsîyatîfa Neteweyî ya ji bo Yekitiya Kurdan hate avakirin’

Li Rojava Înîsîyatîfa Neteweyî ya ji bo Yekîtiya Kurdan hate avakirin’.

Nûnerên beşên civakê ji rewşenbîr, hunermend, mafnas, oldar û êlên eşîrên Kurdan li Rojava îro li Navenda Çand û Hunerê ya Qamişloyê civîneke çapemeniyê li dar xist û bi daxuyaniyekê avakirina ‘Înîsîyatîfa Neteweyî ya ji bo Yekîtiya Kurdan” ragihandin.

Endamê komîteya amadekar Ebdulwehab Xelîl û rewşenbîr Melav Resûl, daxuyanî bi Erebî û Kurdî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji bo yekitiya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê,

Rewşa nazik û krîtîk a ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, ji her kesî ve diyar û berbiçav e. Krîzên rû didin encama kiryarên dîrokî yên berjewendîperestên herêmê û hêzên navdewletî ne ku nehatine çareserkirin. Ev herêm her roj bi şer, binpêkirin û qeyranên dijwar re rû bi rû ye. Bêguman heger hişyarî tune be û tedbîr neyên girtin, wê plan û nexşerêyên xeternak hîna dijwartir derkevin holê û hemû neteweyên herêmê bibin qurbaniyên van planên gemarî.

Helbet doza Kurdan bi parçekirina welêt baça sereke daye û bûye yek ji qurbaniyên vê siyaseta berjewendîperest. Di baweriya me de heke doza Kurdan bi şêwazên demokratîk û bi beşdariya çalakvanên civakî û sivîl, kesayetên ronakbîr û rûspî, têkoşer û partiyên siyasî çareser nebe, wê ev şer li vê herêmê dewam bike û dê aramî li Rojhilata Navîn pêk neyê.

Berpirsyariya vê bangewaziyê dikeve ser milê hemû welatparêzên Kurd ên nîştimanperwer da ku bibe xwedan rol û mîsyon.

Di nava vê bangê de, em kesayetên civakî û bi beşdarbûna aliyên siyasî, civakî û çalakvanên gel, me ji erka xwe dît ku em hevrêzî û diyaloga Kurdan bi pêş ve bibin û ji bo afirandina zemîneke guncaw, divê hewldanên çareseriya belavbûna tevgera Kurdan li Rojavayê Kurdistanê, di nava liv û lêgerînê de bin, da ku karibin nexşerêyeke bi têkoşîna gelê me û qurbaniya pakrewanên azadiya şoreşa me re li hev tê, derxin holê. Di encamê de divê lihevkirineke cemawerî û avakirina desteya peymana neteweyî yan îmzekirina belgenameya rûmetê, xwe bide pêş.

Em di wê baweriyê de ne ku barê me rakiriye ser milê xwe, barekî mezin û pir giran e. Divê tu carî em pişta xwe ji ber vê erkê xûz nekin û li hember hewldanên ku hatine kirin, rêzdar bin.

Em vê karî wek destpêşxeriya gel û berdewamiya hemû hewldanê yekitiyê bi nav dikin. Her wiha em spasiya rêveberiya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dikin û helwestên çînên civakî û siyasî yên parastina rûmet û nirxên civaka xwe, bi nirx dibînin. Hêjayî gotinê ye ku tu armac û daxwazên me, yên partiyetî û kesane di vê însiyatîfê de peyda nabin, tenê armanc ew e ku em xwe ji belavbûnê biparêzin. Her wiha hemû xalên vê daxuyaniyê bi nêrîn û derbirînên gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê tên erêkirin. Bi hêviya gihandina komcivîneke berfireh, an konfranseke ku vê xebatê bi encam dike.

Tekane armanc yekitiya kurdan e

1- Rastiya gelê Kurd li Sûriyeyê, gelekî kevnar e û li ser xaka xwe bi pêkhateyên din re li Rojavayê Kurdistanê bi aştî û biratî dijî û pêmayeke çandî û civakî diparêze û tekûz dike.

2- Geşedan û destekdayîna hemû însyatîfên komkirinê û piştgiriya banga rêveberiya Hêzên Sûriya Demokratîk dikin.

3- Tekezî bi parastina destkeftiyên leşkerî û rêveberiyê û parastina hêza çekdarî ya bûyî sembola neteweyî ya Kurdan û Sûriyeyê dikin.

4- Lidarxistina konfranseke neteweyî ya Kurdan yan komcivîneke berfireh li Rojavayê Kurdistanê, bi beşdariya rêveberiyê, aliyên siyasî, partî û çalakvanên civaka sivîl, ber bi avakirina lêvegereke hevgirtî ya siyasî ya Kurdan ve.

5- Xebat û têkoşîna bi hemû pêkhateyên nîştimanperwer re ji bo yekparbûna xaka Sûriyeyê. Her wiha li hember sîtemkarî, azûlekirin û dagirkeriyê li ber xwe dide û têkoşîna ji bo hebûna mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên din, di nava liv û tevgerê de ye.

6- Girêdayî xalên li pêş hatine rêzkirin, di demeke pir nêz de wê komîsyoneke bi navê ‘Komîteya Niyetbaşan’ were avakirin û dê mekanîzmaya xebata xwe destnîşan bike û bikeve meriyetê.

Nazikbûna hoyên navxweyî, herêmî û navdewletî, xebateke lezgîn jê re pêwîst e. Lewra daxwaza me ji hemû nîştimanperweran, partîzanan, sazî û dezgehên civakî, kesayet û rûspiyan heye ku erênî bin û ji bo xwestekên me aktîf bin. Em bi hev re karibin hemû astengî û keleman derbas bikin û di xêzkirina nexşerêya pêşeroja gelê Kurd de nirxên demokratîk û aştiyane peyda bikin.”QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar