Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Komkujiya Dêrsimê: Li Dêrsimê sûcê li dijî mirovahiyê hate kirin

Navenda Nûçeyan |

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Navenda Lêkolînên Dêrsimê bi boneya 83’yemîn salvegera Komkujiya Dêrsimê daxuyanî dan.

KCD

KCD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku Komkujiya Dêrsimê bi avakirina netewe dewletê dest pê kiriye û polîtîkayên pişaftin û qirkirinê yên pêngava herî zêde bi xwîn e. KCD’ê wiha dom kir: “Komkujiya Dêrsimê di salên pêşîn ên avakirina komarê de gav bi gav hate plankirin. Di raporan hate diyar kirin ku Dêrsim her ku diçe kurdewar dibe û gelek caran pêşniyara ‘emeliyatê’ hatibû kirin. Piştî ku navê Dêrsimê wekî Tuncelî hate guhertin, ji bextê Mufetîşiya Taybet a Umumiye û rejîma zordest û faşîst re hat hiştin. Piştî wê di navbera salên 1937-1938’an de komkujî û sirgûnan destpê kir.

Em wekî KCD’ê deh hezaran mirovên xwe yên kurdên elewî ku di Komkujiya Dêrsimê ya di navbera 1937-1938’an de pêk hat de hatine qetilkirin, bi rêz bi bîrtinin û komkujiyê careke din bi hêrs lanet dikin. Wekî her car di vê komkujiyê de jî êşên herî giran jinan jiyî. Ji ber vê yekî herî zêde divê jin hesab bipirsin. Tu komkujiyan nekarin li pêşiya hêza azadî û berxwedana gel raweste. Ligel ku di komkujî bi taybetî ji bo civaka elewiyan trajediyek mezin be jî, Dêrsim her daîm bû rûmeta gelê kurd.

Bi wesîleya salvegera Komkujiya Dêrsimê, banga me ji raya giştî re ev e; ev komkujî ku li hemberî civaka elewiyên kurd pêk hat li hemberî hemû mirovahiyê pêk hatiye. Ji bo kiryarên vê komkujiyê aşkera bibin, werin em arşîvên vê komkujiyê vekin û bi hev re dengê xwe bilind bikin. Li Dêrsimê sûcê mirovahiyê hate kirin. Ne tenê roja komkujiyê heta arşîv bên vekirin û cihên goristanan bên diyar kirin, em bêdeng nemînin. Bi munasebeta Komkujiya Dêrsimê wekî KCD’ê banga me ji bo gelê me ev e; komkujiya ku li hemberî civaka elewî pêk hatibe li dijî tevahî kurdan pêk hatiye. Heta ku kurd wekî elewî, sunî û êzdiyan hevkariyê pêk neyne û yekitiya neteweyî ava neke, dê ji komkujiyên bi vî rengî rizgar nebe. Ji ber wê yekê li hemberî polîtîkayên komkujer, koçberî, xizanî û pişaftinê peywîra me ya esasî û lezgîn avakirina yekitiya neteweyî ye.”

HDP

Alîkara Hevserokên Giştî ya ji Komîsyona Bawerî û Gelan Berpirsyar Tulay Hatîmogullari bi wesîleya salvegera Qirkirina Dêrsimê daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye: “Di serî de em hemû qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê bi bîr tînin. Komkujiya di salên 1937-38’an de pêk hat tê wateya tûfan, hilweşîn û tunekirinê. Navê ‘Tertele’ lê hatiye kirin. Yek ji mezintirîn komkujiyên li Tirkiyeyê ye û di rûpelên reş ên dîrokê de cih digire û cihê şermê ye. Bi deh hezaran mirov hatine qetilkirin. Her çiqas 83 sal bi ser komkujiyê re derbas bûne jî divê dewlet bi heqîqeta komkujiyê re hevrû bibe. Pêwîste ji bo ronîkirina komkujiyê Komîsyona Heqîqet û Rûbirûbûnê were avakirin. Pêwîste hemû arşîn werin aşkerakirin. Lazime biryarên qeydên dadgehê ji raya giştî re werin aşkerakirin. Bi awayek giyabî be jî divê kiryarên komkujiyê werin darizandin. Divê gora Seyîd Riza û hevrêyên wî werin aşkerakirin. Pêwîste belgeyên keçên Dêrsimê yên windayî werin aşkerakirin û ziman û çanda Dêrsimê lê were zivirandin. Lazim e dewlet li ser bingeha bi heqîqetê re hevrû bibe û ji malbatên qûrbaniyan û gelê Dêrsimê lêborînê bixwaze.”

Navenda Lêkolînên Dêrsimê

Navenda Lêkolînên Dêrsimê jî di daxuyaniyê de wiha got: “Di 4’ê gulana 1937’an de li ser biryara Dsteya Wezîran pêvajoya Komkujiya Dêrsimê dest pê kir. Piştî vê biryarê operasyona leşkerî pêk hat û piştî operasyonê li gorî belgeyên fermî 13 hezar û 800 mirov hatine kuştin û ewqas jî hatine sirgûnkirin. Lê rastî ew e ku di komkujiyê de 50 hezar mirov hatine qetilkirin. Tifaq duh, îro jî li dijî muxalîf û yên tên cudakirin didome. Komkujî û sûcên li dijî ermen, kurd û elewiyan hatine kirin îro jî li holê ne û nehatine zelalkirin. Em êşa bi deh hezaran mirovên me yên li Dêrsimê hatine qetilkirin di dilê xwe hîs dikin. Em careke din bang li rayedarên dewletê dikin ku bi komkujiyê re hevrû bimînin û ji gelê Dêrsimê lêborînê bixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar