Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Heke ku ziman tune bibe, çand û hebûna mirov jî tune dibe’

Komeleya Lêkolînên Kurdî di adara sala 2017’an de li Stenbolê vebû. Ji roja destpêkê ve ji bo ziman xebateke çalak dimeşîne. Li komeleyê bi zaravayên kurmancî, soranî û kirmanckî yên kurdî wane têne dayîn. Komele her sal bi dehan mamosteyan digihîne. Ji bo ku di pêvajoya şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) de xebat nîvco nemînin, bi rêya înternetê waneyên onlîne dide. Her çiqas ev demekî kin e dest bi waneyên onlîne kiribin jî, rastî eleqeyeke zêde tên. Tekildarî mijarê mamosteyên komeleyê ji MA’yê bi Mehmet Aslan re axivîn.

Kurt diyar kir ku ji ber şewbê mirov neçarin ku li malên xwe bimînin û wiha got: “Ji ber vê jî me waneyên onlîne dan destpêkirin. Ji her aliyên cîhanê serlêdan hene. Eleqeya ji bo kampanyayê, ji bendewariya me zêdetir bû. Di nava rojekê de hezar kesî serî li dersa onlîne da. Ji ber vê eleqeya mezin, em neçar man ku lînka serlêdanê rakin. Lê belê yên dixwazin xwe qeyd bikin bi rêya maîl û peyamê xwe digihînin me.”

‘Kurd li zimanê xwe xwedî derdikevin’

Bi domdarî jî Kurt anî ziman ku ev eleqeye wan keyfxweş dike û wiha domand: “Xuyaye ku kurd xwedî li zimanê xwe derdikevin û dixwazin fêrî zimanê xwe bibin û pêş bixin. Ji bo vê weke komele çi ji destê me jî bê em ê bikin. Li ser onlîne 23 polên me hene. Di van polan de 854 xwendekar waneyan dibînin. Dersên kurmancî û kirmanckî ji bo 4-6 hefteyan hatine plankirin. Me ferq kir ku ji sedî 90’ê xwendekaran bi kurdî dizanin û ji sedî 10 jî qet nizanin.”

‘Dema ziman tune be çand jî tune ye’

Ji mamosteyan Rênas Yildiz jî têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Em waneyên xwe li gorî pirtûka ‘Hînker’ a ji aliyê zimanzan Ronahî Onen û Samî Tan ve hatiye amadekirin didin. Waneyan em bi rêya sepanên weke Zoom û Skype didin. Xwendekar dikarin pirsan jî bikin û beşdarî dersê bibin. Yên nekarîn tev li dersê bibin jî piştre dikarin temaşe bikin. Dema ziman tune be, çand jî tune ye. Ziman divê ji bo kurdan pir girîng be. Mirovên di bin mêtingeriyê de yek bi yek tên tunekirin. Ger xwedî li zimanê xwe jî dernekevin, dê bimire û biçe. Ji ber vê, heta zimanê kurdî azad nebe, dê mêtinger mayinde bin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar