Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Endama Meclisa HDP’ê li Wanê hate revandin

Endama Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hatîce Buşra Kuyun di 4’ê gulanê de li Wanê ji aliyê kesên ku xwe weke endamên îstîxbaratê nîşan dan û di seyareyeke spî ya bi plaqeya 65 AAT 923 ve hate revandin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag revandina Kuyun xist rojeva meclisê. Dag pirsname da meclisê û xwest ku wezîrê karên hundir bibersivîne.

Dag da zanîn ku 3 kesên di seyareyê de xwe wekî endamên îstîxbaratê dane naskirin û piştî Kuyun 2 saetan binçav kirin, gef lê xwarine û piştre jî berdan e. Dag wiha domand: “Kuyun di demên berê de jî ji hêla kesên nasnameya wan nediyar ve hatibû şopandin. Parlamenter Mûrat Sarisaç jî rastî heman kiryarê hatibû. Piştî şopandina Sarisaç, endamê Meclisa HDP’ê Yûnûs Durdu hatibû binçavkirin. Xuyaye ku dixwazin rêbazên JÎTEM’ê jinûve çalak bikin.”

Dag ji bo ku Soylu bi bersivîne ev pirs kirin:

“*Kesên ku endama Meclisa HDP’ê Hatîce Buşra Kuyun revandin kî ne? Giredayî kîjan yekîneyê ne? Gelo der barê van kesan de lêpirsîn hatiye destpêkirin?

* Gelo seyareya ku plakeya wê 65 AAT 923 ye û Kuyun revand giredayî midûriyeta polîsane yan na? Ger ku ya midûriyetê nebe wê demê ya kê ye?

* Ger kesên ku Kuyun revandin ne endamên ewlehiyê û îstîxbaratê bin, wê demê kî ne? Gelo dixwazin dîsa rêbazên JÎTEM’ê pêş bixin?

* Kesên ku Kuyun tehdît kirin dixwazin xebat û xebatkarên HDP’ê asteng bikin û krîmînalîze bikin. Gelo vê fermanê kî dide van kesan?

* Di 5 salên dawî de çend kes bi heman rêbazê ji hêla van kesan ve hatine revandin? Gelo lêpirsîn hatiye destpêkirin? Heke ku hatibe destpêkirin wê demê de di kîjan astê de ye?” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar