Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bîlançoya vîrûsa koronayê roj bi roj girantir dibe

Navenda Nûçeyan |

Li tevahiya cîhanê heta vê gavê zêdetirî 3 milyon û 655 hezarî kes bi şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) ketine. Her wiha zêdetirî 252 hezar kes jî bi şewbê mirine. Tenê li DYA’yê heta vê gavê 70 hezar kes mirine.

Piştî parzemîna Amerîkayê, herî zêde li parzemîna Ewropayê kes bi şewbê ketine û pê mirine. Li Ewropayê zêdetirî milyonek û 572 hezar kes bi Covîd-19’ê ketine û zêdetirî 145 hezar kes jî pê mirine.

Li gorî daneyên dawî rewşa çend welatan wiha ye:

BAKURÊ KURDISTANÊ Û TIRKIYE

* Dewleta tirk ji ber tirsa aboriya xwe ya li ber hilweşandinê, daneyên xelet dide. Dewleta tirk dibêje ku heta niha 127 hezar û 659 kes bi vîrûsê ketine û 3 hezar û 461 kes pê mirine. Lê tê gotin ku hejmar gelek ji ya tê gotin zêdetir e.

DYA: Zêdetirî milyonek û 213 hezar kes bi şewbê ketine û nêzî 70 hezar kes mirine.

ÎTALYA: Heta niha 211 hezar kes bi şewbê ketine û zêdetirî 29 hezar kes pê mirine.

SPANYA: 248 hezar û 300 kes bi şewbê ketine û heta niha 25 hezar û 400 kes mirine.

FRANSA: 170 hezar kes bi şewbê ketine û 25 hezar û 200 kes jî mirine.

INGILISTAN: 190 hezar û 500 kes kes bi şewbê ketine û 28 hezar û 734 kes jî mirine.

ALMANYA: 166 hezar û 199 kes bi şewbê ketine û 6 hezar û 993 kes jî pê mirine.

HOLLANDA: 41 hezar û 87 kes bi şewbê ketine û 5 hezar û 168 kes jî mirine.

BELÇÎKA: 50 hezar û 509 kes bi şewbê ketine û 8 hezar û 16 kes jî mirine.

SWÎSRE: 30 hezar û 9 kes bi şewbê ketine û hezar û 790 kes jî mirine.

ÎRAN: 99 hezar û 970 kes bi şewbê ketine û 6 hezar û 340 kes jî mirine.

RÛSYA: 155 hezar kes bi şewbê ketine û hezar û 451 kes jî mirine.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar