Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

‘Divê kurd li ser maseyekê rûnin û bibin xwedî helwesteke hevpar’

Di demên dawî de hêzên li rojavayê Kurdistanê lez dane xebatên yekitiya neteweyî. Çavên kurdên li Rojava jî li ser biencambûna serkeftina înîsyatîfa ku bi pêşengiya Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatiye destpêkirin e. Têkildarî mijarê Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd-Sûriyeyê (El Partî) Ebdulkerîm Siko û Sekreterê Giştî yê Kombûna Niştîmanî ya Kurdistanê Mihemed Abas ji ANHA’yê bi Ehmed Semîr û Hêlîn Hesen re axivîn.

Ebdulkerîm Siko diyar kir ku hewcehî bi yekrêziya hêzên kurdî heye û wiha got: “Ji bo vê gelek hewldan û înîsiyatîf hene. Weke hêzeke siyasî ya kurd em bi înîsiyatîfa fermandarê giştî yê HSD’ê re ne. Heke yekitî niha çênebe, dê piştre jî çênebe. Divê ENKS li şûna ku Rêveberiya Xweser bi desthilatê tewanbar bike, rewşê baş bixwîne. Baştirîn projeya li herêmê Rêveberiya Xweser e. Divê yekitiya kurdan bê avakirin da ku destkeftiyên bi salane bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin bên parastin.”

Peyamên Ocalan

Bi domdarî jî Siko bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo yekitiya kurdan û wiha derbirî: “Peyama Rêber Abdullah Ocalan ji pêwîstiyên bi lez in. Em gavekî rast dibînin. Ev bang ji bo yekitiya tevgerên siyasî yên kurd û kurdistanî girîng e. Li hêla din niha li Başûr 28 baregehên leşkerî yên dewleta tirk hene. Erdogan bi rêya wan planan dike û fitneyê dixe navbera kurdan de. Hêzên Kurdistanê dikarin peyama Rêber Abdullah Ocalan ji xwe re bikin bingeh da ku aloziyên xwe bi diyalogê çareser bikin û rê li ber şerê birakujiyê bigirin.”

‘Divê kurd bibin xwedî yek nêrîn û helwest’

Têkildarî mijarê Mihemed Abas jî ev tişt destnîşan kir: “Divê kurd li ser maseyekê rûnin û bibin xwedî yek nêrîn, helwest û daxwazê da ku xizmetê ji hêviyên gel re bikin. Em di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin. Hemû dixwazin şerê me bikin. Dewleta tirk a dagirker, rejîma Sûriyeyê, Îran û rêxistinên terorîst. Ji ber ku em xwedî doz û nêrîneke demokratîk in. Ji ber ku li gel mafên kurdan, em banga mafên pêkhateyên din jî dikin û Sûriyeyeke demokrat û pirreng dixwazin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar