Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Li dijî îşkenceyê 6 girtiyan dest bi rojiya mirinê kirin

Girtiyê bi navê Yilmaz Uçar 5 sal û 6 meh berê li ser îfadeya şahidekê nepen, bi îdiaya ‘Endamê rêxistinê ye’ hatibû girtin. 2 sal berê jî li Girtîgeha Tîpa T a Wanê îşkence li Yilmaz hatibû kirin û di îşkenceyê de serê wî hatibû şikandin. Serê Yilmaz bi 15 kêliyan hatibû dirûtin. Piştî vê îşkenceyê, bi 5 hevalên xwe re sewqî Girtîgeha Tîpa T a Seydîşehîr a Konyayê hatibû kirin.

Di têketina girtîgehê de lêgerina tazî li wan hatibû ferzkirin û hatibûn derpkirin. Hemû giliyên têkildarî vê derpkirinê hatine kirin jî bêencam man. Uçar beriya niha jî ragihandibû ku li girtîgehê tundî û îşkence li wan tê kirin. Di axaftina dawîn de ku li ser telefonê bi malbata xwe re kir de Yilmaz da zanîn ku li dijî tundî û îşkenceya li wan tê kirin, bi 5 hevalên xwe re dest bi rojiya mirinê kirine.

Tundî, îşkence û binpêkirin

Birayê Uçar, Hekîm Uçar têkildarî mijarê axivî û ev agahî dan: “Ev 2 sal in li girtîgehê tundî û îşkence li birayê min tê kirin. Bêyî ku agahî bidin me, birayê min ji Girtîgeha Girtîgeha Tîpa T a Wanê veguhestin Girtîgeha Tîpa T a Seydîşehîr a Konyayê. Di têketina vê girtîgehê de lêgerîna tazî û îşkence lê hate kirin. Ev 2 sal in ev îşkence nesekiniye. Birayê min got ku her sibehê gardiyan gefan li wan dixwin ku bi tekbîran hejmara xwe bidin. Birayê min û hevalên xwe ji ber ku li dijî vê pêkanînê dertên, her tim rastî cezayê hecreyê tên û tên îşkencekirin. Birayê min hefteyek berê geriya û got ku êdî tehemûla tundî û îşkenceyê nakin û li dijî vê dest bi rojiya mirinê dikin. Xwest ku dengê wan bê bihîstin.”

‘Heke em li we negeriyan bizanin ku tiştên nebaş tên kirin’

Herî dawî jî Uçar ev tişt destnîşan kir: “Ji me re hat gotin ku li gel birayê min, 5 girtiyên din jî tev li çalakiya rojiya mirinê bûne. Em ji vê êşa ku ewqas bi me tê jiyandin re dibêjin ‘êdî bes e.’ Em bang li raya giştî û Komeleya Mafên Mirovan dikin ku ji bo vê rewşê hestiyar tevbigerin. Rojek berê dema ku birayê min li me geriya, berî ku em dest bi axaftinê bikin telefon hate birîn. Herî dawî birayê min got; ‘Dema em li we negeriyan bizanin ku tiştên nebaş tên kirin.’ Em bang dikin ku parlamenter û hiqûqnas biçin girtîgehê û lêkolîn bikin.” KONYA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar